'Wê bajarê Reqayê ji qirêja çeteyan were paqijkirin'
Ebû Hemade yê ji taxa Rimêle ya Reqayê, ku niha li nava refên QSD'ê di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih digire got, "Em sond dixwin, ku em ê bajarê xwe ji qirêjiya çeteyan paqij bikin."
Ebû Hemade yê ji taxa Rimêle ya Reqayê, ku niha li nava refên QSD'ê di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih digire got, "Em sond dixwin, ku em ê bajarê xwe ji qirêjiya çeteyan paqij bikin."
Ev bû du hefte ku hêzên QSD'ê cenga mezin a ji bo rizgarkirina Reqayê dane destpêkirin. Heta niha 5 taxên qiraxên bajêr ê li milê rojava û rojhilat ji dest çeteyan hatine rizgakirin. Lê weke ku tê zanîn çeteyên DAIŞ’ê ev bajar ji xwe re kiribûn 'paytext', lewma bi her cure rêbazan parastinê dikin.
Li gel vê hewldana çeteyan jî şervan bi giyaneke berz û moraleke geş bi pêş ve diçin.
Di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de gelek şervan ji Reqayê bi xwe ne û sond xwarine ku bajarê xwe ji çeteyan paqij bikin.
Ebû Hemade jî yek ji wan e. Ji taxa Rimêle ye ku ev tax hê jî di destê çeteyan de ye. Ew û kurê xwe ev du meh in ku tevlî nav aQSD'ê bûne. Beriya bi sê mehan Ebû Hemade bi zora xwe, tevî malbata xwe, xwe ji çeteyan rizgar kirin û hatin cihê di bin kontrola QSD’ê de.
Ebû Hemade wiha got: "Çete li Reqayê bi şev û roj digotin kîjan hêz were ew ê wan bikujin, wan talan bikin. Hinan jî ji gotinên çeteyan bawer dikirin. Lê ez rast bibêjim, dema ku em hatin, me hîs kir ku dinyayeke din e. Dinyayeke rengîn e weke ku tu ji dojehê têkeve bihuştê li me hatibû."
Ebû Hemade di nuqteyeke şervanan de, li taxa Romaniyê cihê xwe digire. Hemade wiha dibêje: "Çeteyan bi keda kesên ku ew xistibûn girtîgehan tunel çêdikirin" û wiha domand: "Çeteyan ji bo her tiştî mirov digirtin û bi wan tûnel didan kolandin. Lê dîsa jî ez sond dixwim ku ev bajar wê ji qirêjiya van çeteyan were paqijkirin."