'Em bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan xwe birêve dibin'

Li Qamişloyê Kurdên Misilman, Êzidî, Ereb, Suryan, Aşûr bi hev re tevlî şoreşê bûn. Pêkhateyên bajêr destnîşan dikin ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan jiyaneke bi hev re afirandine.

Bajarê Qamişlo ku yek ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye, xwedî gelek pêkhateyên cuda ye. Li Qamişloyê gelek reng û dengên cuda yên neteweyî, dînî bi hev re ne.

Dema ku li her deverên Sûriyeyê şer û alozî derketibû, yek ji wan deveran ku bi pergala Neteweya Demokratîk dihate rêvebirin û aram bû, Qamişlo bû. Gelek hewldan çêbûn da ku nasnameyên neteweyî, dînî li Qamişloyê li hev sor bikin û bikin ku bi hev bikevin. Lê belê li Qamişloyê tiştekî wiha rû neda.

Ebdulkerîm Abdulrehman ê ji pêkhateya Kurd diyar kir ku wî fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî salên 1990'î nas kir, bi vê yekê re di kesayetiya wî de guhertin çêbû, ji ber ku fikrê Abdullah Ocalan tê wateya qebûlkirina neteweyên cuda.

Ebdulkerîm Abdulrehman anî ziman ku fikrê Abdullah Ocalan parastina ji qirkirinê ye, ji ber ku xeta mirovahiyê ye.

Li ser mijarê Garabêt Manok ê ji pêkhateya Ermenî yê ji bajarê Qamişlo li ser pêkhateyên Qamişloyê axivî.

Garabêt Manok got, destpêka Ermen, li rex Kurd, Ereb, Sûryanan li Qamişlo di nava şoreşê de cihê xwe girtine.

Manok diyar kir bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pergala rêveberiyê ya neteweya demokratîk li Qamişlo hemû nasname bi hev re bi xwişk û biratî jiyane, mohra xwe li şoreşê dane.

Nûra Hena ya ji pêkhateya Suryan jî bi bîr xist ku gelê Suryan yek ji pêkhateyên kevn ên li Qamişloyê ye û got, piştî şer û alozî li Sûriyeyê rû da, piştî rêveberiya xweser hate damezrandin, me dît ku li gel hemû pêkhateyan bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan bi ser bikevin.

Ebdulwehab Cemîl ê ji pêkhateyên Ereb ê bajarê Qamişloyê jî got, "Di salên 1980'î de min pirtûka Evîna Kurd a Rêber Ocalan xwend. Min dît ku armanc ji fikirê Ocalan ew ku pêkhateyên li bajêr hemû bi hev re bijîn. Cudahî di navbera wan de tune be. Bi fikrê Rêber Ocalan me dît ku em ê wekheviya di nava civakê de pêk bînin."