Ward: Divê Efrînî karibin li cih û warê xwe vegerin

Endama Parlamenta Ewropayê Julia Ward got, divê şert û merc bên afirandin ku Efrînî karibin bi rengekî ewle li cih û warê xwe vegerin.

Heyeta Îngilîz ku di çarçoveya kampanya "Jin ji bo Efrînê li ser piyan e" ya Kongreya Star hat Rojavayê Kurdistanê, serdana xwe qedand. Heyetê serdana Kobanê, Cizîr û Tebqayê kir, lê nekarî xwe bigihîne Şehbayê. Endama Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Julia Ward ku di nava heyetê de cih digire, çavdêriyên xwe parve kir.

Ward diyar kir ku hatina Rojava ji bo wê bûye tecrûbeyeke mînakdar û got, "Jin li navenda berxwedanê ne. Ez mejiyê wan ê parastinê fêhm dikim; bi perwerde, tevlikarî, helwdanên aborî û şer, jin cihê xwe di nava parastinê de digirin. Weke pasîfîstekê vê yekê gelekî bandor li min kir. Ji bo min tiştekî zehmet bû ku jinên çek di destan de bibînim. Hurmeteke mezin didim vê yekê. Sermeselê, Anna Campbell jî ji welatê min hat vê derê ji bo parastina van nirxan."

ME DI ŞEXSÊ MALBATEKE EFRÎNÎ DE DÎT

Julia Ward got, ku wan gelekî dixwest serdana kampên li Şehbayê bikin, lê belê şert û merc nebûn. Ward diyar kir wan li Kobanê malbatek ji Efrînê nas kirine û qala çavdêriyên xwe kir: "Me li Kobanê malbatek ji Efrînê nas kir. Me jinek, hevserê wê, xwişk û dayika wê nas kir. Cotikên jinikê ku nû ji dayik bûbûn û zarokeke wê ya biçûk hebûn. Dayika wê nedikarî tevbigere û hevserê wê jî birîndar bû. Em bi wan re li ser Efrînê axivîn. Me tirsa mezin a ku dewleta Tirk rê li ber vekiriye dît. Got, 'em neçar man darên xwe yên zeytûnê, malên xwe, sewalên xwe li pey xwe bihêlin'. Mirov neçar mane her tiştên xwe li pey xwe bihêlin."

DIVÊ EFRÎN EWLE BIBE

Ward da xuyakirin ku ew ê çavdêriyên xwe li Parlamentê jî bîne ziman û got, "Tişta ku ev mirov dixwazin vegera li cih û warê xwe ye. Divê karê me yê sereke afirandina van şert û mercan be. Ev yek divê bê kirin. Eger ew der hê di rewşeke xetere de ye û eger vegerin wê şîdet li wan bê kirin, hingî divê Efrîn bê ewlekirin."

DI ASTA PAQIJIYA ETNÎKÎ DE DEMOGRAFÎ TÊ GUHERTIN

Julia Ward destnîşan kir, tişta ku herî zêde rê li ber tirs û fikaran vedike ew e ku mirovên ji deverên din li cihên hatine valakirin hatine bicihkirin û got, "Di asta paqijiya etnîkî de demografî tê guhertin."