Weqas: Gelê Efrînê li ser berxwedanê biryardar e

Hevserokê Meclîsa Kampa Serdem Idrîs Weqas got, ''Gelê Efrînê jiyana komunal a demokratîk ji bo xwe weke şêwaza jiyanê hilbijartiye û li ser berxwedanê biryardar e''.

Weqas got qada Şehbayê ji ber ku beriya niha jî qada şer bû dema ku bi sed hezaran Efrînî ji ber dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê hatibûn Şehbayê bêgav man ku kampan ava bikin.

Weqas diyar kir gelê Efrînê ne bi daxwaza xwe ji Efrînê derketiye piştî dagirkeriyeke mezin bi biryara Rêveberiya Xweser a Efrînê bêgav maye ku biçe qadeke ewle û qada herî nêzî Efrînê Şehba bûye û ji ber vê derbasî Şehbayê bûne. Weqas got li Şehbahayê ji ber ku demeke dirêj şer lê bûbû û ew jî hêla zarên Efrînê ve hatibû rizgarkirin lê hê jî li derdorê hêzên cuda hebûne, ji ber vê ne zêde ewle bûye û jêravaniya Şehbayê pir zirar dîtibûye.

Weqas bi berdewamî got ji ber ku piraniya malên Şehbayê xira bûbûn gelê Efrînê dest bi avakirina kampan kir, berê jixwe Kampa Berxwedan hebû û 30'ê Adara 2018'an jî dest bi avakirina Kampa Serdem kirine, wan kamp bi rengê taxan ava kirine, her tax ji 30-34 konan pêk tê û her tax bi rengê komunan rêxistiniya xwe dike. Weqas got du mehên pêşî kamp ji 200 konî pêk dihat, niha 730 kon e û 3 hezar mirov li Kampa Serdem dijîn û piştî ava bûna komunan gel meclîsên xwe ava kirin û li gorî hewcehiyan meclîsê komîte ava kirin.

Weqas got Rêveberiya Xweser destpêka avakirina kampê şaredarî ava kiriye û di avakirina kampê de keda wê zehf e. Vakas her wiha diyar kir ji bo hewcehiyên tendiristiyê jî Heyva Sor a Kurd li kampê niqteyek ava kiriye, ji bo perwerdehiya zarokan dibistan hate avakirin û niha 500 zarok perwerdehiyê dibînin.

PERGALA KOMUNAL LI KAMPÊ JÎ DOM KIR

Weqas bi berdewamî got, ''Piştî ku gelê Efrînê derbasî Şehbayê bû, pergala xwe ya komunal ku li Efrînê ava kiribû li vir jî ava kir.  Jixwe daxwaza pêşî jî avakirina komunan bû.''

'BERÊ GELÊ EFRÎNÊ LI EFRÎNÊ YE'

Hevserokê Meclîsa Kampa Serdem Weqas got, li gel ku dagirker tim gefan li wan dixwin û êrîşê bi ser wan de tînin jî gelê Efrînê li ser berxwdanê rawestiyaye û li gel her tiştî jî ji bo ku vegerin Efrînê wê têbikoşin, bi ti awayî wê bi paş ve gav neavêjin.

Weqas li ser helwesta gelê Efrînê got gelê Efrînê dilsozê çand, şehîdên xwe ye, berê gelê Efrînê tim li Efrînê ye, xwe deyndarê şehîdan dibîne, bi teqezwî wê vegerin ser Efrînê, serdana goristana şehîdan û got, ''Ti caran jiyana li vir (li Şehbayê) ji bo xwe mayinde nedîtiye. Li ser biryara xwe zelal e û rawestiyaye. Rêxistiniya tevahiya jiyana xwe li gorî vê kiriye. Têkoşîna xwe li ser vê dike.''

'SAZIYÊN NAVNETEWÎ SOZAN DIDIN Û DIÇIN'

Hevserokê Meclîsa Kampa Serdem Idrîs Weqas herî dawî got, saziyên navnetewî ku hatine cem wan heta niha sozên xwe bi cih neanîne û got, ''Hin saziyên navnetewî carinan tên serdana kampê dikin. Lê çawa ku tên dixwazin psîkolojiyê xira bikin. Dema ku tên em dibêjin belkî alîkariyê bi gel re bikin, belkî barê me hinekî sivik bibe. Lê heta niha saziyên ku hatine sozan didin û diçin. Ji bilî vê tiştekî nakin.''