Til Temir hate bombebarankirin: 2 zarok û jinek birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker gundê Deşîşe yê Til Temirê bombebaran kir û di encamê de 2 zarok û jinek birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker vê sibehê bi çekên giran gundê Deşîşe yê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Dagirkeriyê mala welatiyê Ebduselam El Mela topbaran kir, di encamê de Kemal Ebduselam Mihemed (16) Nûriye Mihemed El Hisên (40) û Muna Ebduselam Mihemed (10) birîndar bûn û rakirin nexweşxaneya Til Temirê.