Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), 27’ê Tebaxê ragihand ku li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê û çeteyên sûc ên organîze, li Dêrezorê û derdora wê, bi navê ‘Pêkanîna Ewlehiyê’ dest bi operasyonekê kiriye. Operasyon niha bi pevçûn û xebata lêgerînê û kontrolkirinê berdewam dike. Bi operasyona QSD’ê re ku li dijî çeteyan dest pê bû, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo dagirkirina hin derên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşê kir. Dewleta Tirk, di pêngava azadkirina Dêrêzorê ji destên DAÎŞ’ê ya sala 2018’an de jî ji erdê ve êrîş bir ser Efrînê û dagir kir.
Dewleta Tirk ku 1’ê Îlonê ku Roja Aştiyê ya Cîhanî bû, nîşan da ku hov e. Êrîş birin ser Şehba, Minbic, Til Temir û Eyn Îsayê ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Di êrîşan de di serî de zarok û jin, cardin sivîl hatin armanckirin. Li cihê êrîş lê çêbûn, meclisên leşkerî yên QSD’ê li dijî êrîşan li ber xwe da û nehişt ku bikevin nava herêmê.
BI DIJWARÎ ÊRÎŞÊ MINBICÊ HAT KIRIN
Bi taybetî bi êrîşên 1’ê Îlonê li dijî Minbicê dest pê bûn, li bakur û rojavayê Minbicê zêde bûne. Li bakurê Minbicê êrîşê gundên Mihsinê, Ereb Hesen, Umudl Dedet û Toxarê, li rojavayê bajêr jî pir êrîşê gundên Seyadê, Boxaz û Buhê hat kirin. Di van êrîşan de gelek mal û erdên sivîlan hatin armanckirin. Roja pêşîn a êrîşê 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 jê zarok bûn. Di êrîşan de jin û zarok bi tevahî 7 sivîl birîndar bûn.
Êrîş, ji baregehên leşkerî yên mezin ên artêşa Tirk û çeteyên wê ku li bakurê Minbicê ne, hatin kirin. Çeteyên Cebhet El Nûsra û Ceyşul Hur (OSO) li van baregehan in. Çeteyên êrîş kir, cilên DAÎŞ’ê li wan bûn û alên DAÎŞ’ê di wesayîtên wan de bûn.
‘BI NAVÊ ÊŞÎRÊ ÊRÎŞ HAT KIRIN LÊ HÊZA HEVPAR ÊRÎŞ PÛÇ KIR’
Li Minbicê ku pevçûn û êrîşên dijwar tên kirin, li ser tiştên diqewimin me pirs ji Ebû El Ehmedil Heremî ku fermandarekê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye, kir. Ebû El Ehmed wiha got: ‘’Çeteyên dewleta Tirk, bi qasê operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê ku QSD’ê li Dêrêzorê dest pê kir, bi hewan û topan êrîş bir ser gundên Minbicê. Di van êrîşan de gelek gund û cih û warên sivîl hatin armanckirin. Her roj êrîş kir ku hin gundan bixin bin destên xwe.’’
Ebû El Ehmed behsa îdiaya çeteyên êrîş kirine ‘endamên eşîrê’ ne, jî kir û got: ‘’Yên van êrîşan dikin, ji xwe re dibêjin ku ew zarokên eşîrê ne. Lê tu eleqeya wan bi eşîran re nîn e. Em QSD û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, parastin û nûnertiya eşîran û gelê xwe dikin. Em hêza xwe ya li ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk radibin, ji gelê xwe digirin. Li gundên êrîş hatin kirin jî bi me şêniyan bi me re li ber xwe da. Tevî ewqas êrîşan xelkê terka gundê xwe nekir û li ber xwe da. Mirov birîndar bûn û şehîd ketin, lê kesî gav ji paş re neavêt. Gelê me bi vê sekna xwe nîşan da ku çiqas bi axa xwe ve girêdayî ye.’’
‘BIHEVREBÛN Û BERXWEDAN WÊ BERDEWAM BIBIN’
Ebû El Ehmed peyama ku ew ê li dijî êrîşên dagirkeran li ber xwe bidin û wiha got: ‘’Ne bi tenê li Minbicê lê li her dera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştgiriya gelê me û berxwedana hêzên QSD’ê hewila qetilkirinê ya dewleta Tirk û çeteyên wê pûç bûn. Em ê bi gelê xwe re heta bi hetayê li dijî çeteyên dewleta Tirk li ber xwe bidin. Di her êrîşê de çawa ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û gel bi hev re li ber xwe dabe, wê ji niha û pê ve jî wisa be.’’