Tevlîbûna nava refên QSD’ê didomin

Li akademiya QSD’ê ya ‘Şehîd Feysel Ebû Leyla’ 239 ciwan piştî qedandina dewreya perwerdê bi merasîmekê beşdarî nava refên QSD’ê bûn.

Li Akademiya QSD’ê ya ‘Şehîd Feysel Ebû Leyla’ dewreya perwerdê ya ‘Şehîd Zinar Serêkaniyê’ ku bi beşdarbûna 239 ciwanan beriya 20 rojan hatibû vekirin bi dawî bû.Di dewreya perwerdê de ciwanan dersên bîrdozî û leşkerî dîtin.

Îro bi tevlîbûna fermandarên QSD’ê, welatiyên Kantona Kobanê dewreya perwerdê ya 239 ciwanan bi merasîmekê bi dawî bû. Destpêkê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û pitşre merasîmeke leşkerî hat li dar xistin.

Fermandarê QSD’ê Zap Qeremox di merasîmê de axivî, bi dawîbûna dewreya perwerdê li şervanan pîroz kir û qala erka wan a di şerê li dijî terorê de kir.

Qeremox, ji şervanan xwest ku erka xwe ya parastina welat ji êrîşan bi cih bînin û xeta hevalên xwe yên şehîd bidomînin.

Piştre şervanan sonda leşkerin xwarin û bi dirûşmeyan merasîm bi dawî bû.