Tevlîbûna ciwanên Dêra Zorê li nava refên QSD'ê didome

Ji gund û herêmên rizgarkirî yên Dêra Zorê 100 ciwan beşdarî nava refên QSD'ê bûn.

Pêngava Bagera Cizîrê ev 100 roj in bi rengekî serketî didome. Piştî ku şervanên QSD'ê derdora bajarê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, 100 ciwanên ji herêmên rizgarkirî biryar dan ku tevlî nava refên QSD'ê bibin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo ciwanan li Akademiya Şehîd Mîtan, dewreya perwerdehiya leşkerî ya bi navê 'Şehîd Polat Dêrik' vekir. Dewreya perwerdehiyê wê 20 rojan bidome û wê waneyên ramyarî werin dayîn. Di waneyan de wê şervanên nû li ser taktîkên şer jî perwerdehiyê bibînin.

Yek ji Fermandarê QSD'ê Rohat Ciwan ji şervanan re axivî û wiha got; "Em bi we bawer in ku hûnê bi displîn tevbigerin û hûn ê hêvî û xewnên şehîdên me bi cih bînin."