Tevgerên Ciwanên Şoreşger: Wê tola hevrêyên me bê hilanîn

Koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ragihand ku wê tola hevrêyên xwe yên di êrişa dagirkeran de şehîd bûn hilînin.

Koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî êrişa dewleta Tirk a qirker a li dijî endamên wan li bajarê Kobanê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji destpêka şoreşa Rojava heya vê kêliyê di nav ked, kar û berxwedana şoreşgerî û welatparêziyê de bê navber têkoşînê dimeşînin. Me ji destpêka avakirina şoreşê de ev têkoşîna xwe bi gelek şehadetên binirx tacîdar kiriye û bi soza tolhildan, pabendî û mezinkirina mîrateya xeta şehîdan, xwe gihandiye asta nûnertiya şoreşê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hêz, îrade, sekn û çalakvaniya xwe ya ciwantiyê bûye tirsa dilê tevahî dijminên li dijî şoreşê û hevkar û xayînên wan. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji destpêka avabûna xwe heya roja îro li hember her cure êrişên dijmin ên li hember welat û şoreşê û hevkarên wan yên xiyanetkar bûne xwedî sekin û hêza çalakvaniyê. Ji ber vê sedemê ye ku di her demê de bi pêşengtiya dewleta Tirk a dagirker de bûye hedefa tasfiye kirina hêzên faşîst û hevkarên wan yên xiyanetkar. Ev êrişên ku pêşdikevin jî bi armanca tasfiye kirina Tevgera Ciwanan e. Tevahiya ev hêzên faşîst û hevkariya xiyanetkar ji bo pişavtin, helandin û bi temamî tasfiyekirina ciwanan tavahiya derfetên xwe seferber kirine û heya vê kêliyê jî dinav pêkanîn wî de ne. Herî dawî li bajarê Kobanê di dema xebatan de li malbatekî endamên me û ew malbat ji aliyê faşîzma dewleta Tirk de bi êrişa hewayî hatine hedef girtin û 5 hevalê me hatine şehîd xistin.

Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ne cara yekê ye bi êrişan re rû bi rû dimînin. Ev êriş wek konseptekî ji destpêkê ve heya niha têne pêşxistin. Tevahiya van êrişên ku heya niha li dijî Tevgera Ciwanên Şoreşger hatine kirin jî qat bi qat bi sekin, bi rêxistinbûn, bi çalakbûn û her cure parastinê ve hatine bersivandin û tol hatiye girtin. Bila tevahiya hêzên faşîst, dagirker û xeta îxanet û hevkariyê baş bizanibe ku wek tevahi êrişên beriya van, wê ev êriş jî bi tu awayî bê bersiv û bê tolhildan nemînin. Wek tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan emê soz û biryardariya Şehîd Viyan Kobanê, Şehîd Nujiyan Ocelan, Şehîd Rojîn, Şehîd Welîd û Şehîd Merhef bixin bingeha mezinkirina têkoşîn û çalakvaniya xwe û bibin tolgerê soza wan.

Wek tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji tevahiya gelê me û ciwanan re soza me ye ku emê van êrişan jî bi zêdetir îradebûn, çalakbûn û şoreşgerbûnê bibersivînin. Tevgera Ciwanên Şoraşger ji destpêka avabûna xwe de wek berpirsyar û çalakvanê tola dîrokî xwe bi rêxistin kiriye û di xeta tolhildanê de bûye xwedî têkoşîn û çalakî. Bi vê çalakvanî û tolgeriya xwe hertim bûye tirsa dilê tevahî dagirker, faşîst û xiyanetkaran. Îro jî tola her ciwanên ku bi destê faşîzmê û xeta hevkariya îxanetkar hatine şehîd xistin wê bi pratîk, bi çalakî û bi hezaran şoreşgerbûn û şervanbûnê were bersivandin. Ji teviya gel û ciwanan re soza me ye ku em ê bi çalakbûna hêza ciwantiyê bibin şopdar û çalakvanê soz û tolhildana wan."