TEV-DEM: Em di qonaxa çarenûsê de ne; destketiyan biparêzin

TEV-DEM'ê li dijî gef û êrişan bang li pêkhateyan kir: Em di qonaxa çarenûsê de ne. Divê em bi hemû enerjiya xwe û bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî nirx û destketiyan biparêzin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê bang li şêniyên herêmê û hêzên demokratîk ên cîhanê kir û got: "Li hemberî planên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, hişyar bin."

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Di demên dawî de bala civaka navneteweyî li ser israra hikumeta Tirk a faşîst e, ku dixwaze êrişên nû li dijî vîna gelê aştîxwaz ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Lê dewleta Tirk a dagirker israr dike ku herêmeke mezin ji xaka me dagir bike, bike qadên terorîst û çeteyan, nakokî, şer û cihê ceribandina çekên kîmyewî. Ev hemû bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî pêk tîne. Lê armanca wê bi rêya avakirina avahiyên mêtingehiyê projeya bicihkirinê pêk bîne û terorê vejîne.

Em TEV-DEM têkildarî van êrişan bang li pêkhateyên herêmê dikin ku bi erka xwe ya exlaqî û neteweyî rabin, ji ber ku em li hemberî qonaxeke nû ji qonaxên çarenûsê ne. Divê bi hemû enerjiya xwe û bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî bikin xizmetî parastina nirx û destketiyên xwe.  Ji ber ku ew yekane rêbaza têkbirina siyaseta qirkirinê û etnîkî ku dewleta Tirk pêk tîne.

Her wiha em bang li hêzên demokrat û rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên peywendîdar û kar û barên zarok û jinan ên li herêmê û cîhanê dikin ku li hemberî van êrişan bi erka xwe ya exlaqî rabin."