TEV-DEM’ê Cejna Remezanê pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir û got: "Hêviya me ew e ku ev cejn bibe wesîleya aşîtî, aramî, li hevborîn û çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêyên aştiyane."

TEV-DEM'Ê CEJNA REMEZANÊ PÎROZ KIR

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê weşand.

Di peyamê de Cejna Remezanê li tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê, civaka îslamî, malbatên şehîdan, cangoriyên azadiyê û şervanên li eniyên berxwedanê hat pîrozkirin.

Di peyamê de hate diyarkirin ku tevahî civak girîngiyeke mezin didin cejn û helkeftên olî û hate gotin: "Ev cejn xwedî wateyên mirovî, nirxên xwe yên exlaqî û çandî di nava civakan de ne. Her wiha bûne kevneşoiyeke civakî, aborî û çandî. Ev bone rihê  bawerî û xweşbîniyê di nava gelan de ava dike. Hêviya me ew e ku ev cejn bibe wesîleya aşîtî, aramî, li hevborîn û çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêyên aştiyane."

Di dewama peyamê de  hate diyarkirin ku berjewendiyên siyasî yên dewletan cejn ji nirx û exlaqên wan ên civakî derxistine û ji bo armancên xwe yên qirêj ên siyasî bi kar tînin û hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di serî de, rejîmên desthilatdar ên li herêmê aşkerayî munasebet û cejnan îstismar dikin û vediguherînin karesatên ji derveyî kevneşopiya cejnan."

Di dawiya peyamê de hate gotin: "Careke din em vê munasebeta pîroz pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku aştî û hezkirin li gelemperiya Sûriyeyê mîsoger bibe. Em ê bi rihê hêvî û xweşbêniyê têkoşînê bidomînin heta ku vegera ewle ya tevahî koçberên Sûriyeyê ber bi warê xwe ve mîsoger bibe."