Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê êrîşa artêşa Tirk a dagirker de ya li dijî gundên Kobanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de işaret bi qonaxa dawî ya pêngava tinekirina DAÎŞ'ê hate kirin û hate gotin, dewleta Tirk hewldanên ji bo qedandina şerê li Sûriyeyê û xebatên ji bo çareseriyê bi ti awayî qebûl nake.
ÊRÎŞA LI DIJÎ KOBANÊ DI DEMA CIVÎNA BILIND A STENBOLÊ DE PÊK HAT
TEV-DEM'ê bi bîr xist ku êrîşa artêşa Tirk a li dijî gundên Kobanê di sibeha civîna çaralî ya li Stenbolê de pêk hat, ku lîderên Rûsya, Fransa, Elmanya û Tirkiye li hev civiyan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tirkiye hîn jî dixwaze şerê li Sûriyeyê bidome û hate gotin, "Erdogan bi rêya têkşikandina derfetên çareseriyê hewl dide re ji aliyê siyasî û leşkerî ve Sûriyeyê hîn bêhtir ber bi rewşeke hilweşandî ve bibe. Tirkiye her wiha hewl dide pêşî li afirandina projeyeke demokratîk a ji bo çareseriya niştimanî ya Sûriyeyê bigire."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî vê êrîşa nerewa ya dewleta Tirk ku ti hincetên wê tune ne, rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî mafekî temam ê xweparastinê û parastina projeya xwe ya demokratîk e di Sûriye û herêmê de.
BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) êrîşa artêşa Tirk a lid ijî gund û deverên Kobanê bi tunî şermezar kir û ev bang lihêzên navneteweyî kir:
"Em banga lezgîn li hemû hêzên xwedî bandor di rewşa Sûriyeyê de û di serî de Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê, Yekîtiya Ewropayê û Koalîsyona Hêzên Navneteweyî dikin; pêwîst e şer û serketinên li dijî DAIŞ'ê pêk hatine û hewldanên me ber bi çareseriyeke demokratîk ve binirxînin û ev rewşa pêşketin û serketina li dijî terorê li gorî tedbîrên taybet wernegirin. Nemaze hewldanên ku têkoşîn û şerê me li dijî terorê bixin qurbaniya berjewendiyên xwe. Her wiha ji erka van hêzan e ku çalakiya çareseriyê li Sûriyeyê bi xebat û kedeke cidî bi pêş ve bibin û çareseriyeke li gorî destûreke demokratîk ku daxwaza hemû welatiyên Sûriyeyê bi cih tîne, pêk bînin. Her wiha rê li pêşiya êrîşên Tirkiye û dagirkeriya wê li herêmên Sûriyeyê bigirin. Di heman demê de em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku li gorî rastiya ku alîkariya Tirkiyeyê bi terorê re teqez dike û hewl dide aramiya li Sûriyeyê têk bibe, tev bigerin."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gel û pêkhateyan, partiyên siyasî û tevgerên civakî û sivîl hate kirin ku helwesteke tund li dijî dijberiya Tirkiyeyê nîşan bidin.