TEV-DEM: Divê em piştgiriya xwe ya ji bo QSD'ê mezin bikin

TEV-DEM'ê li ser operasyona QSD'ê daxuyanî da û got, "Divê em piştgiriya xwe ya ji bo zarokên xwe yên li nava QSD'ê xurt bikin, yekîtiya xwe mezin bikin."

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin pergalên dîktator ên faşîst û yên serdest di pêşbaziyekê de ne, li vebijêrk û îstîsmarên siyasî û leşkerî digerin da ku armancên siyasî û ewlehî yên xeternak pêk bînin.

TEV-DEM′ê destnîşan kir ku ev pergal dixwazin nakokiyên mezhebî û neteweyî biafirînin da ku tirsê belav bikin, îstiqrara herêmê têk bibin û herêmê veguherînin qadeke agir. TEV-DEM′ê got, xema van pergalan ew e ku bi rêbaza siyaseta osmaniya nû, siyaseta terora DAIŞ′ê û feraseta çeteyan ser bixin ku ji faşîmza Tirk hatiye girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: ′′Siyaseta komployî ne ji îro ve ye, lê ji demeke dirêj ve anku di civînên çaralî yên li Astanayê de hatiye sazkirin. Tevgerên van pergalan hemaheng in. Rejîma Sûriyeyê û rejîma Îran hemû giraniya xwe dane herêma Dêrazorê da ku dest deynin ser. Xeyalê rejîma Îranê ew e ku xwe bighîne Dêrazorê da ku qada hegemoniya xwe fireh bike. Dewleta Tirk a dagirker jî êrişên xwe yên hovane yên bi çekên giran û balafirên şer ên bê mirov li ser herêmên me zêdetir kiriye û erebeyan dike hedef. Di encama van êrişan de hejmareke sivîl şehîd bû birîndar bûn. Di êrişa li Minbicê de 4 zarok şehîd bûn. Armanc ji van êriş û siyasetên hevpar ew e ku herêmê ber bi lîstokên karesatî ve bikişînin, herêmê bikin qada şer û bibe nuqteya firehbûna ber bi herêmên din ve. Di heman demê de dixwazin bi van êriş û siyasetn aştiya navxweyî têk bibin, îstiqrara herêmê bidawî bikin, hevgirtiya gelan xirab bikin û binsaziya herêmê wêran bikin. Pergalên navborî sûdê ji bûyerên rû daye, digirin da ku veguherînin şerekî daîmî, di encamê de vegera DAIŞ′ê hêsan bibe ku operasyonên qirkirinê li dijî gelê herêmê pêk bînin, demgorafiya herêmê biguherin û çeteyan bi cih bikin, rola îradeya gelên berxwedêr têk bibin.′′

Têkildarî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de jî hate gotin, ji ber helwestên nîştimanî û exlaqî yên QSD′ê, rêxistinbûn û zîrekbûna şervanên wan, hewldanên qirêj ên pergalên serdest hatin têkbirin. Vê helwestê jî hêz û israr da tevahî eşîrên herêmê  û pêkhteyên wê  ku destek û piştgirî dan QSD′ê. QSD′ê ji bo zarokên vê herêmê berdêlên mezin da û jiyana bi sedhezaran ji mirinê rizgar kir."

TEV-DEM′ê berxwedana lehengî ya QSD′ê û şervanên wê pîroz kir, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ji tevahî birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em helwesta exalqî û nîştimanî ya tevahî birayên eşîrên Ereb û Kurd, tevahî saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên ciwan û jinan silav kir ku îsbat kir ev ne şerê Kurd û Ereban e, îsbata vê yekê ev e; yên ku li hemberî komploya fitneyî li ber xwe dan û şehîd bûn,  zarokên Kurd û Ereb in. Li ser vê bingehê divê em baş bizanibin ku komployeke mezin li dijî îradeya me heye. Divê em hevgirtina xwe ya bi zarokên xwe yên QSD′ê re xurtir bikin û piştevaniyê mezintir bikin. Divê em derfetên xwe hîna bêtir birêxistin bikin, ji ber ku em nûnertiya şoreşa îradeya gelan dikin. Mîsyon û berpirsyariyên me yên li hemberî nirx û destkeftiyên me mezin in. Me bi hêviyê dest pê kir û em ê bi hêviyê bi serkevin."