TEV-DEM: Dem hatiye em Sûriyeya demokratîk ava bikin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya salvegera komkujiya Qamişloyê ya 12'ê Adara 2004'an daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dem hatiye em Sûriyeyeke demokratîk ava bikin."

Koordînasyona TEV-DEM'ê, bi wesîleya salvegera 15'an a komkujiya Qamişloyê daxuyaniyek da û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

12'ê Adara 2004'an li Stadyûma Qamişloyê di dema maça futbolê ya navbera tîm Qamişloyê û tîma Dêra Zorê de hin komên şovenîst provokasyon kiribûn. TEV-DEM'ê bi bîr xist, ji ber vê provokasyonê zêdeyî 40 Kurd, hin leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Qamişloyê bi rêzdarî hatin bîranîn.

TEV-DEM'ê bi bîr xist, dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû tengezariyeke cidî rû neda û diyar kir, piştî ku Ocalan sala 1999'an ji ber komployeke navneteweyî dîl hate girtin, rejîma Sûriyeyê dest bi pêkanîna polîtîkayên li dijî Kurdan kir.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ev polîtîka bûn sedem ku şovenîzma li dijî Kurdan derkeve holê. Komkujiya 12'ê Adarê jî encama van polîtîkayan e. Piştre krîzên civakî û siyasî derketin pêşiya Sûriyeyê û ji sala 2011'an û pê ve jî hilweşîneke mezin li Sûriyeyê rû da. Dewleta Sûriyeyê li şûna qîmetê bide têkiliyên di dema Rêber Apo de hatin danîn, bi dewleta Tirk re têkilî danî û kete nava helwesteke dijberiya Kurdan. Ji ber vê yekê jî hevsengiyên siyasî û civakî têk çûn, bi vî rengî rewşa niha derket holê. Vê rastiyê nîşan daye ku aştî û aramiya li Sûriyeyê bi avakirina sîstemeke demokratîk pêkane ku xwe bispêre çareseriya pirsgirêka Kurd û biratiya gelan."

TEV-DEM'ê nerazîbûna li her devera Rojava, li Helebê, li Şamê ya li dijî komkujiya 12'ê Adarê ya Qamişloyê bi bîr xist û diyar kir, "Serhildanên ku piştî komkujiya Qamişloyê ya sala 2004'an rû da, bû bingeheke girîng ji Şoreşa Rojava re ya sala 2012'an li Kobanê dest pê kir."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şoreşa Rojava û sîstema demokratîk a ku gelên Bakurê Sûriyeyê afirandine, zîhniyeta şovenîst a gelan li ber hev radike têk biriye. Êdî li Bakurê Sûriyeyê biratiya Ereb, Kurd û Suryaniyan afiriye ku mîna sala 2004'an provokasyon nikarin bên kirin. Dem hatiye ku êdî Sûriyeyeke demokratîk were afirandin ku ti carî dijminatî di navbera gelan de nikaribe derkeve holê."

Di dawiya daxuyaniya TEV-DEM'ê de hate gotin, "Em bang li gelên Sûriyeyê, hêzên demokratîk welatparêz ên Sûriyeyê û rêveberiya dewletê ya heyî dikin ku dersê ji vê komkujiyê û bûyerên dema dawî qewimîne derxînein, li ser xeta neteweya demokratîk ji bo afirandina Sûriyeyeke demokratîk bi berpirsyarî tevbigerin (...) Têkoşîna ku em ji sala 2011'an û vir ve didin û keda şehîdan wê teqez Kurdistana azad û Sûriyeya demokratîk saz bikin."