TEV-ÇAND: Sînemager Mensûr Kerîmiyan şehîd bû

TEV-ÇAND diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Sînemager Mensûr Kerîmiyan şehîd bû.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn, Yekitiya Rewşenbîran û Komiteyên Wêje di derbarê êrîşên dewleta Tirk de daxuyanike hevpar li bajara Qamişlo pêşiya Navenda Çand û Hûner a Mihemed Şêxo dan. Daxuyanî bi tevlîbûna gelek hunermend, rewşenbîr û sînemageran û bi xwendina Endamê TEV-ÇAND’ê ya Mezopotamya Aram Hesen ve destpê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 24 Kanûnê li ser heremê pêk hat de Sînemager Mensûr Kerîmiyan şehîd bû.

Di daxuyaniyê de li ser êrîşên dewleta Tirk wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a faşîst û dagirker weke her demê bi êrîşên xwe yên hovane gel û hemû nirxên gel dike hedefên xwe yên qirkirinê û bi vê hawî dixwaze destkeftiyên gel tune bike. Ev stratejiya bingehîn a dewleta Tirk a faşîst û dagirker e. Hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd û Kurdistanê ava kiriye. Xwe li ser feraseta dagirkerî û talankirinê ava kiriye. Lewma jî karekterê vê dewletê, rêvebirên vê dewletê; faşîst, qirker, talanker û dagirker in. Ji ber wê jî ti pîvanên exlaqî û nirxên civakî nas nakin.”

Di daxuyaniyê de li ser kesayeta Mensûr Kerîmiyan wiha hate gotin: “Mamoste Mensûr Kerîmiyan ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Sine bû. Bajarê Sine bi berxwedêriya xwe tê nasîn û Mamoste Mensûr Kerîmiyan li ser vê çanda berxwedêr mezin bibû. Her wiha bi vê nasnameya xwe ya welatparêz, di çar parçeyên Kurdistanê de bi hestên welatparêzî di xizmeta hunera Kurdistanê û di xizmeta hunera azad de bû. Di filmên “Dema Dirîreşkan” “Şengal”, “Kobanê”, “Evîna Kurd” de û di gelek berheman de cihê xwe girtibû. Ji ber zextên dewleta Îranê, berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê û xwest di xeta hunera şoreşgerî de pêşengtiyê bike. Di dema van xebatên xwe yên sînemagerî de, bû hedefa êrîşên dewleta qirker û dagirker a Tirk.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji malbata Sînemager Mensûr Kerîmiyan û ji hemû malbatên şehîdan re sersaxî hat xwastin û ev soz hat dayîn: “Bi şopdariya Hozan Sefkan, Hozan Mizgîn û Xelîl Dag em soz didin ku heta em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin û Kurdistana azad û Neteweya demokratîk pêk bînin, em ê têbikoşin. Emê vê têkoşînê bilind bikin û bi ser bixin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Bimre dagirkerî", "Bimre xiyanet" û "Bijî Rêber Apo" bidawî bû.