Teqîna li baregeha Tirk HRE'yê li xwe girt

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) teqîna roja Şemiyê ya li Cindirêsê ya li baregeha Tirk li xwe girt.

HRE'yê di daxuyaniyekê de got,''Hêzên me, 12'ê Îlonê li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li gundê Xezewiyê ya navçeya Cindirêsê çalakiyek kirin.''

HRE'yê bi domdarî got, ''Dîmenên çalakiyên û encamên wê sibe wê bi raya giştî re werin parvekirin.''