Têkoşîn ê Brîtanyayî: Ez xwe ji Rojava dihesibînim

Têkoşîn ê Brîtanyayî ragihand, piştî ku parêznameyên Ocalan xwend biryar da ku bê Rojava û got, ew xwe ji Rojava dihesibîne.

Têkoşîn ê ku li Brîtanyayê ji dayik bû û mezin bû, ji ANF'ê re qala biryara tevlîbûna li nava Şoreşa Rojava û hatina Rojava kir.

Têkoşîn diyar kir ku 30 salan wî ji nêz ve karên teknolojiyê kir, li ser Endezyariya Komûpterê xwend. Têkoşîn bi vî rengî qala lêkolînên xwe yên li nava jiyanê kir, "Min hewl dida jiyanê fêhm bikim, her tim di nava lêgerînekê de bûm, lê belê min nizanî bû li çi digerim û wate nedida. Di nava karekî welê de bûm ku dûrî nêrîna civakî û felsefî bû. 5 sal beriya bêm Rojava bala min çû ser felsefeyê, min xwend û dest bi lêkolînê kir. Bêguman ev yek ji bo ming elekî dereng bû. Di nava rojê de diçûm pirtûkxaneyê. Ji bo bersivê bidim pirsên xwe timî di nava lêgerînê de bûm. Min dest bi xwendina Murray Bookchin, Michel Foucault û Pyotr Kropotkin kir. Di nava vê lêgerînê de bi cîhaneke cuda hesiyam.

PIŞTÎ XWENDINA PIRTÛKÊN ABDULLAH OCALAN

Lêgerîna min a li ser felsefeyê kir ku pirtûkên Abdullah Ocalan bixwînim. Mijarên pirtûkên Abdullah Ocalan û Murray Bookchin bi heman rengî bûn, lê belê rêbaza wan a nirxandinê cuda bû. Abdullah Ocalan balê dikişîne ser pirsgirêkan û di heman demê de çareseriyê pêşkêş dike, dixe pratîkê. Vê yekê bala min kişand. Haya min ji Rojava tune bû. Komên ji bo parastina Rojava hebûn. Piştî ku min Abdullah Ocalan xwend min têkilî bi van koman re danî. Piştre jî li ser Rojava min dest bi lêkolînê kir. Min Peymana Civakî ya Rojava xwend. Qala pere, milk û aboriya serbest dikir. Bêguman pirs bi min re çêbûn. Di nava kapîtalîzmê de jî pere û milk hebûn. Beşa ku min xwend min jê fêhm nekir û bi yekî ji Rojava re têkilî danî. Got ku min şaş fêhm kiriye. Wê kêliyê min biryar da ku biçim Rojava. Diviyabû min Rojava bi çavên xwe bidîta û min bi xwe nas bikira. Hatim Rojava û min fêhm kir."

BIRYARDARIYA MIN MALBATA MIN QANIH KIR

Têkoşîn diyar kir ku biryardayina wî ya ji bo hatina Rojava zêde dewam nekir, lê belê pêvajoya îqnakirina malbata wî gelekî dewam kir û anî ziman ku biryardariya wî ya ji bo derketina ji Ewropayê ya dûrî civakîbûnê, kir ku malbata xwe îqna bike.

Têkoşîn ê ku kete bin bandora hevrêtiyê û jiyana kolektîf, diyar kir ku valahiya ku bi salan di nav de bû li Rojava dagirtiye û got, "Li Rojava hevrêtiya yekser heye. Tu bixwaze bi kê re biaxive, amade ye ku bi te re diyalogê bike. Tu dikare biçe gel cîranê xwe, li derî bixe û biçe mala cîranê xwe. Pêşwaziyeke germ heye. Ev yek min gelekî kêfxweş dike. Li Ewropayê tu nikare serdana cîranekî xwe jî bike, civakîbûn nemaye."

MIN XWE LI ROJAVA NAS KIR

Têkoşîn ragihand ku dinava emrê xwe yê 50 salî de wî xwe li Rojava nas, li Rojava gihîşt armancên xwe û wiha dewam kir, "Ez li Rojava hîn bûm ku demokrasî çi ye. Berê demokrasî ji bo min tenê hejmar bû. Sîstemeke hiyerarşîk nîne. Ez heme, biryara gel heye û gel xwe bi xwe bi rê ve dibe. Ji ber ku bi vî rengî ye, mirov xwe ji Rojava dihesibîne. Min xwe ji beşek ji civaka li Ewropayê nedihesiband. Mîna robotekî xwe dihesiband. Ez gelekî hez ji civakîbûnê dikim. Li Rojava hevalên min ên Ereb, Kurd û Tirkmen çêbûn. Niha armanca min a herî mezin ew e ku Rojava hîn bêhtir ji nêz ve nas bikim."

BALA LI SER JINEOLOJIYÊ

Têkoşîn ragihand ku ji roja hatiye Rojava û vir ve zanistiya Jineolojiyê lêkolîn dike û got, "Min du pirtûk li ser Jineolojiyê xwend. Pirtûka destpêkê bi Îngilîzî bû, pirtûka duyemîn jî a Dilzar Dîlok bû. Di pirtûka Jineolojiyê de tê ragihandin ku Jineolojî hevgirtinê ji xwe re dike esas, beşeke zanistî nîne ku tenê jinan eleqedar dike û li dijî qaliban e. Ev yek ji bo min gelekî girîng e, dikarim bêjim ku diyarker e. Bingeha Rojava bi nêrîna jineolojiyê hatiye danîn. Li Rojava herî zêde rêxistiniya jinê bala min kişand. Li Rojava jin û mêr di nava şert û mercên wekhev de dixebitin. Karekî komunal tê kirin. Ji bo guherîn û veguherîna jinê jî gelek kar tê kirin. Hêza jinê li Rojava gelekî balkêş e. Min li Rojava bi çavên xwe dît ku çareserî di destê jinê de ye."