‘Tedbîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşîgirtina pandemiyê ye'

Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî pandemiya Covîd-19 daxuyaniyek da, diyar kir ku ji bo ketina pandemiyê ya herêmê asteng bikin gelek tedbîr hatine girtin.

Hamid El-Mihbaş di daxuyaniya bi zimanê erebî de îşaret bi girîngiya tedbîrên ku Rêveberiya Xweser li dijî Koronavîrusê girtine kir û got:"Erka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku parastina tenduristiya welatiyên xwe û niştecihên wî bike, lewma gelek biryarên guncaw dan da ku rê li pêşiya vîrusê bigire ya ku li seranserî cîhanê belav bûye. Li ser vî esasî bi madeya (15) deriyê Sîmalkayê girt û li gorî hejmara 23 hemû deriyên têre tên herêmên Rêveberiya Xweser girtin, her wiha dibistan, kombûn, şahî û zanîngeh girtin. Li gorî biyara hejmara 14`an jî Şaneya Aloziyê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin da ku geşedanên derbarê vîrusa Koronayê de bişopîne û li gorî dê bergiriyên pêwîst bigirin, li gel vê yekê bi hejmara 29 di 19-3-2020`an li herêmên Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ragihandin."

El-Mihbaş diyar kir ku tetbîrên hatin girtin nehişt ku ev pandemî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve û wiha domand: "Tevahiya biryarên hatine danîn gelekî girîng in, bi awayekî aktîv nehişt ku ev pandemî li herêmên me derkeve. Em dizanîn ku bandor li rewşa jiyanê û aboriyê kir lê em jî wek rêveberî erka me ye em parastina gelê xwe bikin."

Li ser banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêveberiyên xweser (Cizîrê, Firatê, Efrîn, Reqa, Minbicê, Tebqa û Dêrazorê) bi hemleyên dezenfetekirinê rabûn.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser desteka Rêveberiya Xweser ji qada tenduristiyê re û wiha dewam kir:"Wekî tedbîrekê ji bo pêşîlêgirtina derketina vî pandemiyê, bi derfetên kêm me ji aliyê diravî ve destek da qeda tenduristiyê, da ku navendên karantînayê li hemû rêveberiyan amade bikin da ku parastina ji belavbûna vîrusa Koronayê were kirin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Da ku em alîkariya malbatên rojane gepa nanê xwe bi dest dixe, me biryar da ku di dema qedexeya derketina derve de parên xwarinê werin belavkirin, fatoreyên av, kehrebe û paqijiyê yên dewreya 3`yan anku meha Gulanê û Hezîranê werin betalkirin û heta 3 mehên erka xweparastinê were paşxistin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi şêwazîn ku têne kirin da ku xwendekar dûrî xwendina xwe nekevin û ev tişt hate diyarkirin: " Desteya Perwerde û Fêrkirinê dest bi dayîna hindek dersan ji metiriyalan bi rêya kenalên televiziyonê kir heta ku xwendekar li dibistanên xwe vekirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku encamên ku belavbûna vîrusa Korona li cîhanê derxist "Belavbûna û berdewama vê vîrusê heta niha di cîhanê de, tu derman heta niha nehatine çêkirin ku pêşî li belavbûna vîrusê bigrin, dema dirêj a qedekirina çûn û hatinê bi awayekî neynî bandor li aboriya cîhanî kir. Em weke parçeyek ji vî cîhanê di aliyê aborî de bi vê yekê bandor bûn. Em weke Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi roj û şev û bi alîkariyên aliyên pêwenîdar ên aborî dixebitin. Em parastina asta xwe ya aborî dikin ku rêveberî karibe hemû pêwîstiyên jiyanê yên girîng peyda bike û civaka ji beşên xizan, astengdar biparêze. Her wiha bernameyê civakî û ekoljî bi rêya ku civak hindek derîbeyên saziyên rêveberiyê nede, hindek ji wan jî werin taloqkirin her wiha hemleyên zanist û dezenfektekirinê her wiha parastina bedewamiya gerandina dolabê aborî.

Ev barên aborî dê bandorê li pêşkêşkirina xizmetan ji şêniyan re bike. Ji ber me gelek projeyên xizmetguzarî sekinand."

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Derfetên madî yên Rêveberiya Xwesr li gorî rêjeya pêwîst û bûyerên ku li herêmê qewimîn ku kete bin dagirkeriya terorîstan, kême. Her wiha binseziya sîstema tenduristiyê hate hilwşandin û hate talankirin û rûxandin û navendên lênerîna tenduristî û nexweşxana û hemû alavên dê hatin hilweşandin."

Di daxuyaniyê de bang li Koalisyona Navdewletî, NY`yê, rêxistina tenduristiyê ya cîhanî û rêxistinên navdewletî hat kirin ku alîkariyên tenduristî yên pêwîst bidin da ku pêşî li vîrusa koronayê bigrin û herêmê ji karesata mirovî biparêzin di dema ku hejmareke mezin ji koçberan di kampan de hene û bi taybet kampa Holê û rewşên mirovî di wan kampan de pir zehmete."

Di dawiya daxuyaniyê de rêveberiya xweser spasiya hemû aliyên pêwenîdar ji kadaroyên tenduristî, hêzên Ewlekariya Hundrîn, rêveberiya herêmî û şaredarî, şaneya aloziyê, hemû aliyên pêwendîdar ku li hember belavbûna vîrusê disekinin, kir. Her wiha rêveberiyê spasiya gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi hev re di rojên zehmet de zehmetiyan dikşînin û alîkariya wan bi aliyên pêwendîdar re, rêzdarî û pêkanîna biryarên qedekirina çûn û hatinê de, kir. Her wiha diyar kir ku heta van kêliyan tu kes li herêmê bi vîrusa koronayê nektiye û dê vê aloziyê derbas bikin.