Tebqayiyan êrîşên dagirker ên Tirk şermezar kirin
Tebqayiyan bi meşekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê û Iraqê şeremzar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li hemberî van êrişan ji bêdeng nemînin.
Tebqayiyan bi meşekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê û Iraqê şeremzar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li hemberî van êrişan ji bêdeng nemînin.
Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Jinan ber bi Navenda Çand û Hunerê ve dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk a faşîst a li ser gelên Sûriyê û Iraqê" hatin vekirin û bi dirûşmeyan dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Meş li ber Navenda Çand û Hunerê veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Sivîl a Tebqayê Elûş El- Xidir binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê şermezar kirin û got, "Em tevahî pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryan siyasetên tundî û dagirkiriya dewleta Tirk red dikin û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van kiryarên ne mirovî şermezar dikin."
Endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Nesrîn El-Mehmûd soza şopandina xeta şehîdan û domandina têkoşînê li hemberî hêzên tarî, di serî de dewleta Tirk a dagirker da.
Di mîtîngê de cîgirê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Mihemed El-Layîh diyar kir ku dewleta Tirk rêzê ji qanûn û tîfaqên navneteweyî re nagire û got, "Destwerdanê li kar û barên herêmên me dike, hewl dide desthilata Osmanî ya ku serdama wê bi qetilkirin û wêrankirinê tijî ye, vegerîne."