TCŞ'ê li Minbicê dest bi çalakiya pirtûkxaneya gerok kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) di çarçoveya Pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de li Minbicê dest bi çalakiya pirtûkxaneya gerok kirin, ku ji raman û pirtûkên Ocalan pêk tê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya Pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ li Minbicê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya pirtûkxaneya gerok kirin ku ji raman û pirtûkên Ocalan pêk tê.

Ev pirtûkxane ya ku li Minbicê destpê kir, rastî eleqeyeke zêde ya xelkê herêmê hat û wê li hemû deverên rizgarkirî bigere û raman û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav bikin.

Pirtûkxane niha li Minbicê ye, piştre bi rêzê wê biçe Tebqa, Reqa û Dêra Zor û herêmên din.