Suryaniyên li Reqa azad bûn: DAIŞ'ê em talan kir
Ji malbata Suryanî, ku ji aliyê QSD'ê ve li Reqayê hate rizgarkirin Georg Joseph got: "DAIŞ'ê hemû mal û milkê me talan kir. Her tiştê me tine kir."
Ji malbata Suryanî, ku ji aliyê QSD'ê ve li Reqayê hate rizgarkirin Georg Joseph got: "DAIŞ'ê hemû mal û milkê me talan kir. Her tiştê me tine kir."
Cenga Mezin a ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ'ê li Reqayê daye destpêkirin di roja 83'an de ye. Şervanên QSD'ê hem li milê başûr û hem jî li milê rojava û rojhilat gav bi gav bi pêş ve diçin. QSD'ê di şer de gelek welatiyên Reqayî ji destê DAIŞ'ê azad kirin. Ji koorîdorên eniya Rojava û Rojhilat ên hatin vekirin sivîlên Reqayî tên azadkirin. Herî dawî 50 sivîl hatin rizgarkirin. Hêzên taybet ên QSD'ê li taxa Rewda welatiyên Reqayî azad kirin û birin herên ewle. Yek ji malbatên hatin azadkirin malbateke Suryanî bû.
Welatiyên hatin rizgarkirin tevî zarok, kal, pîr jin û ciwanan bi rojan di malên xwe dehatin dorpêçkirin û nekarîbûn ji malên xwe derkevin. Welatî bi rojan di malê xwe de bê av û bê xwarin hatin hiştin. Şervanên QSD'ê malbata Joseph ê Suryanî jî azad kir û bir cihekî ewle.
JI HELEBÊ HATIN REQAYÊ
Mezinê malbata Suryanî Georg Josehp (45), got "Ene Suryan (Ez Suryanî me) û tevî zarok, keç û hevsera xwe hatin herêma ewle" û wiha dewam kir: "Ez ji Suryaniyên Helebê me. Tenê malbata me ya Suryanî li vir di destê DAIŞ'ê de mabû. Bi dehan salan berê em hatin li Reqa bi cih bûn. Em 5 salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de man."
LI REQAYÊ KURD, EREB, ERMENÎ, SURYANÎ Û XIRISTIYAN DIJÎN
Joseph anî ziman ku li Reqayê ji bilî Ereban, Suryanî, Xirîstiyan, Kurd û kesên din jî dijîn û wiha got: "Piştî êrîşên DAIŞ'ê gelek welatî ji Reqa koçber kirin û reviyan. Gelek malbatan bajar terk kir. DAIŞ'ê gelek însanên li gorî wan tev negeriyan qetil kirin. DAIŞ’ê hemû mal û milkê welatiyan talan kir û wêran kir. 5 salin di bin dagirkeriya DAIŞ'e de dijîm."
Joseph anî ziman ku DAIŞ'ê li ser navê bacê mal û milkê welatiyan talan dikir û wiha got: "Hemû mal û milkê me birin. Me xwest em milkê xwe derxin dervê bajar lê DAIŞ'ê destûr nedan."
DÊR KIRIN BAREGEAH LEŞKERÎ
Joseph destnîşan kirin ku endamên DAIŞ'ê piştî ketin bajar Dêr dagir kirin û ji bo xwe kirin baregeh û wiha bi dawî kir: "Dêr li me qedexe kirin. Destûr nedan ku em biçin dêrê îbadet bikin. Her tiştê me desteser kirin û dagir kirin. Niha jî dêr wekî biryargeha leşkerî di meriyetê de ye. Em di malê me de hepis kirin û destûr nedan ku em nerazîbûnên xwe bînin ziman. Gelek kes bi mayin û sûîkastan hatin kuştin."