Suryaniyek qala Şoreşa Rojava dike
Hem li dadgeheke li Dêrikê bi erka xwe radibe, hem jî erdê xwe yê li gund diçîne. Kurekî wî li nava YPG'ê ye, yek jî li nava Asayîşa Suryanî ye. Yûhanna Hanna yê Suryanî qala rêwîtiya Şoreşa Rojava kir.
Hem li dadgeheke li Dêrikê bi erka xwe radibe, hem jî erdê xwe yê li gund diçîne. Kurekî wî li nava YPG'ê ye, yek jî li nava Asayîşa Suryanî ye. Yûhanna Hanna yê Suryanî qala rêwîtiya Şoreşa Rojava kir.
Pêşiyên Yûhanna Hanna yê Suryanî, ji ber zilma dewleta Tirk ji navçeya Mîdyat a Mêrdînê koçî Rojavayê Kurdistanê kirine. Di sala 1982'an de piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, serpêhatiya wî dest pê kir. Tevî zarokên xwe tevlî Şoreşa Rojava bûye. Bi nasnameya xwe ya Suryanî, dilsozê paradîgmaya şoreşê ye.
Yûhanna Hanna, ku malbata wî di sala 1932'an de ji ber zilma dewleta Tirk ji Bakurê Kurdistanê koçî Rojava kir, li gundekî Dêrikê dijî. Li dadgeha li Dêrikê dixebite. Li aliyekî maseya wî ev gotin, di nava çarçoveyekê hatiye nivîsandin:
"Xwedo, tu min neke berxek ku xelk serê min jê bike, lê tu ti carî xelkê jî neke berx ku ez serî jêkim.
Xwedo tu alîkariyê bide min, ku rastiyê li pêşberî rûyê zalim bêjim û karê ku dilê xizanan pê xweş bibe, bikim.
Xwedo aqil û kerametê bide min; bila hevalên min xwedî nêrînên cuda bin û ez wan weke dijmin nebînim. Ez çawa ji xwe hez dikim, bi wî rengî ji wan jî hez bikim.
Xwedo, bila quretî bi min re tine be; ez karibim efû bikim, eger qisûreke min çêbibe, bêm efûkirin.
Xwedo, ez te ji bîr bikim jî tu min ji bîr neke..."
Dibêje, ev gotinên ku bi Erebî ji me re tercûme kir, gotinên fîlozofekî Hîndî ye. Li ser maseya wî jî wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye.
Dema ku mirov bi Yûhanna Hanna re sohbetê dikin, weke ferdê gelekî ku komkujî lê hatiye kirin, dibînin ku çiqasî dilsozê jiyana hevpar û azadiya gelan e, çiqasî dilsozê paradîgmaya 'neteweya demokratîk' a Ocalan e. Baweriya ji xwe, xweşbînî û nêrînên wî yên gihiştî, bandora xwe li deng û tevgera wî dikin. Bi rûkenî qalê dike, bê çawa Oclaan û PKK nas kiriye, çawa tevlî Şoreşa Rojava bûye:
PÊŞIYÊN ERDOGAN WAN QETIL DIKIN
"Pêşiyên Erdogan, di sala 1932'an de kalê min dikujin. Bavê min jî ji Mêrdîn/Mîdyatê direve û tê binxetê (Rojava). Li vir dizewice. Ez jî li vir ji dayik bûm e. Emrê min ê beriya şoreşê bi giranî li gund derbas bû. Min heta pola 9. xwend. Car carna ji bo kar çûm Lubnanê û vegeriyam. Min leşkeriya xwe jî li wir kir. Li vir zewicîm û zarok ji me re çêbûn. Min navên Suryanî li wan hemûyan kir, lê hingî mekanîzmayên ku em karibin pê bijîn tine bûn. Em gelekî mezlûm bûn, me dijminatî li kesî nedikir.
DI SALA 1982'AN DE NAS DIKE
Di sala 1982'an de bi rengekî rasthatî min endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Dema li gundê Gerdemiye yê li ser sînorê Tirkiyeyê bûm, hevalên min ên Kurd di nava xwe de digotin, 'Dibe ku van rojan hin kurd derbasî vî alî bibin. Şervan diçin û tên. Wê êdî şer biqewime'.
Ez û birayê min, li erdê xwe yê nêzî sînor me çandinî dikir. Dengê fîşekan hat. Me jî dest ji karê xwe berdan û tedbîra xwe girt. Di nava keviran de em meşiyan. Berêvarî bû, dengê hinekan hat. Ji hev dipirsîn û digotin, 'Gelo em rast diçin an şaş?' Bi Kurdî bi hev re daxivîn. Min jî ji wan re got, 'hûn rast diçin'. Hatin cem me, tî bû bûn. Bi me re şerbikê avê hebû, me da wan. Gotin ku hevalekî wan birîndar e. Me bi traktorê ew û hevalê wan ê birîndar bir. Dema em nêzî Dêrikê bûn, xwestin peya bibin û çûn. Piştî hefteyekê, rojekê dema hatim malê, hat gotin ku mêvanê me heye. Dema ketim hundir, bavê min bi wan re xwarin dixwar û got, 'Kurê min, mêvanên te hene'. Em hatin rûyê hev. Piştre her 15 rojan carekê dihatin mala me û me sohbet dikir.
AVA KU LÊ DIGERIYAN DÎTIN
Min berê baş fêhm nedikir. Min bi vê zanîbû; li dijî dewleta Tirk a ku em qetil kir, şer dikirin. Nêrînên wan, mirovahiya wan gelekî nêzî me bûn. Çawa ku mirov li avê digere û dibîne, dema ku me nêrîna wan nas kir, li me jî heman tişt bû. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo rizgarkirina hemû gelan ji zilmê, ketibûn nava liv û tevgerê. Dihatin û diçûn, pirtûk danîn. Me jî ne tenê lê guhdarî dikir û daxivî, di heman demê de me dest bi xwendinê jî kir. Di navbera gotinên wan û yên me dixwend de, ti nakokî tine bû. Ji her alî ve xwe feda kiribûn. Em hîn bêhtir nêzî wan dibûn, me ew dipejirand û ji xwe re dikir mînak. Mîna ku em bi salan li benda tiştekî li mirovahiya me tê bûn û di dawiya dawî de me dîtibû.
BÊ TEREDÛT TEVLÎ ŞOREŞÊ BÛ
Min Ocalan xwend û îqna bûm. Ew ji bo hemû gelan xebitî, dixebite. Li dijî hemû serdestan sekinî û disekine. Ji ber vê yekê komployeke gelekî mezin lê hate kirin. Çima hezkirin û hurmeteke bi vî rengî ji Rêbertî re tê nîşandan? Ji ber ku ew xizmetkarê gel e, xizmetkarê gelan e. Her tim bi vî rengî tevgeriya û jiya. Ji ber vê yekê, dema ku Şoreşa Rojava li ser esasê paradîgmaya Ocalan dest pê kir, em bê teredût tevlî bûn. Me jî rahiştin çekên xwe. Li Dêrikê em li dijî rejîmê ketin nava serhildanê.
CIHÊ XWE DI DEMA DAMEZRANDINA DADGEHÊ DE GIRT
Piştre hevalan ji min xwestin, ku cihê xwe di nava avakirina saziyên şoreşê de bigirim. Min jî cihê xwe di nava damezrandina dadgehê de girt. Niha hem li dadgehê dixebitim, hem jî li gundê xwe çandiniyê dikim. Ti niyeta min nîne ku ji karê xwe, ji axa xwe qut bibim. Koka me li vê erdnîgariyê ye; li ser vê erdnîgariyê şîn bûye, li cihekî din şîn nabe. Bi saya paradîgmaya Ocalan em hebûna xwe diparêzin. Em di nava xelkê de nahelin û tine nabin. Li Rojava sîstemeke welê ava bû, ku xwe dispêre hiqûqê, çanda her kesî û jiyaneke wekhev a gelan.
PÊŞENGIYA KURDAN
Kurd ji ber pêşengiya xwe, xwe ferz nakin. Di dema rejîmê de ev hemû nepêkan bûn. Tevî ku polîtîkayeke taybet a ji bo qezençkirina Suryaniyan dihate meşandin jî, me nekarîbûn bi ziman û çanda xwe siyasetê bikin. Mesela min û birayê min, di dema rejîmê de me xwest partiyekê vekin. Me tabela bi zimanê Suryanî amade kir, daliqand, lê hem rejîmê, hem jî Suryaniyên me yên ser bi rejîmê ve nerazîbûneke mezin nîşan dan. Binêrin vaye em îro bi reng, ziman û nûnerên xwe li her cihî ne.
KUREKÎ WÎ LI NAVA YPG'Ê YE, YEKÎ DIN JÎ LI NAVA SOTORO
Kurekî min niha li nava YPG'ê ye. Berê di nava Meclîsa Leşkerî ya Suryanî de bû û tevlî gelek pêngavan bû bû. Piştre bi daxwaza xwe tevlî nava YPG'ê bû. Kurekî min jî li nava Sotoro (Asayîşa Suryanî) wezîfedar e.
NE GUR E, LÊ NE BERXE JÎ
Em dixwazin li ser vê axê bijîn, siberoja xwe ava bikin. Em faşîzma dewleta Tirk a bi xwîn û komkujiyên bê xwîn ên ji aliyê çandî ve me dihelîne naxwazin. herî dawî dixwazim ve yekê bi taybetî destnîşan bikim: Em Suryanî gelekî baş faşîzma Tirk nas dikin. Em ê heta dawiyê axa xwe, jiyana xwe, şoreşa xwe, sîstema xwe biparêzin. Bila dewleta Tirk bi vê zanibe: Em ne gurê kesî ye, lê em ne berxê ku stuyê xwe dirêjî ber kêrê bikin e."