BI DÎMEN

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Di êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ziyanên madî û mirovî yên mezin pêk hatin û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Balafirên bêmirov ên bombebarkirî navendên aborî û jiyanî, navendên xizmetguzariyê û tenduristiyê ku ji bo civakê xizmet dikir û di çarçoveya parastina rewa de ne, hedef girtin. Di encama van êrîşan de 10 kes şehîd bûne û bi dehan jî birîndar bûn.

Di 25’ê Kanûna 2023’yan de ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker navenda oksîjenê ya li kêleka navenda şûştina gurçikan ya bajarê Qamişlo bi temamî ji xizmetê derket. Navenda şûştina gurçikan ku li taxa El-Alaya ya bajarê Qamişlo ye û di sala 2021’an de hatiye vekirin, 6 makîneyên diyalîzê (şûştina gurçikan) dihewîne û xebatkarên tenduristiyê ji 24 kesan pêk tên. Navend 70 nexweşên dayim derman dike û gelek nexweşên din jî pêşwazî dike.

Di encama bombebaranê de, beşên girîng ên vê navendê zirar dîtin. Mînak kargeha wê ya şêrînkirinê, ku bû sedema rawestandina karkirina hemû makîneyên şûştinê. Ji ber vê yekê nexweşê bi navê Ehmed Ebdulrehman Xidir (65 salî) ku zêdetirî 2 salan li navenda diyalîzê ya bajarê Qamişlo dihat dermankirin, piştî ku navend ji xizmetê derket, jiyana xwe ji dest da.

Stasyona navendî ya oksîjenê ya li kêleka navenda diyalîzê beriya 2 mehan hat vekirin, weke yekane stasyon li Taxa Cezîrê ye. Bi dehan nexweşxaneyên taybet û giştî û gelek navendên tenduristiyê yên li herêmê oksîjenê jê peyda dikirin. Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de, stasyon bi temamî rûxiya û hilweşiya.

Rêveberê navenda diyalîzê Rafi Ebas, têkildarê êrîşan got, “Dewleta Tirk a dagirker hebûna Kurdan qebûl nake û bi hedefgirtina navendên me û bi rê û rêbazên cuda hewl dide navê kurdan ji holê rake."

Çapxaneya Sîmav, di 25’ê Kanûna 2023’yan de li bajarê Qamişlo ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate bombekirin. Çapxaneya Sîmav dawiya sala 2013’an li yek ji jêrzemînan a taxa El-Beşîriyê ya bajarê Qamişlo hatibû vekirin. Di sala 2017’an de, çapxane ji cihê xwe yê kevin derbasî cihê xwe ya nû ya ku hatî hedefgirtin bûbû. Ev çapxane pirtûk, defter, kovar û rojname çap dikirin, ku di heftiyê 6 hezar rojname çap dikir. Bombebarana çapxaneyê bû sedema ziyaneke mezin a mirovî û madî. Di encamê de 10 sivîl ji xebatkarên çapxaneyê şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.