Stasyona ceryanê ya ku hat tamîrkirin careke din hat bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker careke din santrala ceryanê ya Til Temirê ku çend saet berê ketibû xizmetê, hedef girt û ji xizmetê derket.
Dewleta Tirk a dagirker careke din santrala ceryanê ya Til Temirê ku çend saet berê ketibû xizmetê, hedef girt û ji xizmetê derket.
Dewleta Tirk a dagirker xeta enerjiya bilind a 66 kf ya derdora gundê Um El Kêf ê Til Temirê bombe kir û ji kar derxist.
Stasyona herî dawî çend roj berê hatibû hedefgirtin û ji xizmetê derketibû. Piştî ku ekîban danê vê sibehê tamîr kirin dîsa ket xizmetê.