SOHR: Di nava rojekê de 16 kes hatin kuştin
Hate ragihandin ku di 24 saetên dawî de li herêmên di bin desthilatdariya Şamê û dagirkeriya dewleta Tirk de ne 16 kes hatin kuştin.
Hate ragihandin ku di 24 saetên dawî de li herêmên di bin desthilatdariya Şamê û dagirkeriya dewleta Tirk de ne 16 kes hatin kuştin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawî de li herêmên desthilata Şamê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de 16 kes hatin kuştin.
SOHR’ê da zanîn ku li bajarê Ezazê yê gundewarê bakurê Helebê yê dagirkirî 3 sivîl di êrişeke çeteyan a li dijî şirketeke bazirganiya erebeyan de hatin kuştin.
SOHR’ê ragihand ku li bajarokê Eşrefiyê Sehnaya jî di şerê çekdarên durzî û hêzên desthilata Şamê de 2 endamên hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê û 5 çekdarên xwecih hatine kuştin.
Hate diyarkirin ku 6 Durziyên ku beriya hefteyekê di kemîna hêzên hevkarên desthilkat Şamê de li ser rêya Şam-Siwêdayê birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest dan.
Li qada kombûna erebeyena a li bajarokê Tîba Îmam ê gundewarê bakurê Hemanê ajokarek di êrişa çekdarên nenas ve hat kuştin. Li taxa Qisûr a bajarê Hemayê zarokek ku beriya çend rojan di teqandina ketober a guleyan de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.