SOHR: Di êrîşa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li başûrê Dêrezorê êrîşî kesên ku kuvark berhev dikirin kirin û di encama êrîşê de 18 kes hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê li gundewarê Dêrazorê de 18 kes hatin kuştin, ji wan 4 leşkerên "Dîfa Wetenî" ne. Her wiha 16 din birîndar bûn û zêdetirî 50 kesî winda ne.

SOHR'ê diyar kir ku di dema berhevkirina kuvarkan de DAÎŞˊê li çolistana Kebacib a başûrê Dêrazorê êrîşek pêk hat. Di encamê de pevçûn di navbera çeteyan û leşkerên "Dîfa Wetenî" de derket. Di pevçûnê de 12 wesayît hatin şewitandin.

SOHR'ê destnîşan kir ku di encama êrîşên li çolistana Sûriyeyê de ji destpêka 2024'an ve, 186 kes hatine kuştin.