SOHR: Çeteyên Tirk bi ambûlansê bazirganiya tiryakê dikin

Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, li herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin  bazirganiya madeyên Tiryakê zêde bûye. Hate gotin ambûlans Heyva Sor a Sûriyê ji bo bazirganiya madeyên Tiryakê têne bikaranîn.

Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, li herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin  bazirganiya madeyên Tirkyakê zêde bûye. Her wiha hate gotin ambûlansan Heyva Sor a Sûriyê ji bo bazirganiya madeyên Tiryakê têne bikaranîn.

SOHR'ê ragihand peywirdarên tenduristiyê yên li deverên çeteyên bi navê 'Mertala Firatê' dagir kirine, peywirdar in, qada tenduristiyê ji bo bazirganiya madeyên tiryakê bi kar tînin.

DI AMBÛLANSAN DE MADEYÊN TIRYAKÊ HATIN DÎTIN

Di daxuyaniyê de hate gotin ambûlansên Heyva Sor a Sûriyê ku ji Keleha Medîqê derbasî Idlibê bûne, beriya bi 3 heftiyan piştî Idlib û Ezazê, derbasî Babê bûne, ji van 9 ambûlansên ku derbas bûne tenê 7 jê hatine kontrolkirin.

Jêderkê diyar kir peywirdarekî di wan du ambûlansan de, yên ku nehatine kontrolkirin madeyên tiryakê dîtine, rêveberiya nexweşxanê agahdar kriiye lê ji ber ku ambûlans ji qadê dûr ketine, nekarîn ku mudahele li wan were kirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin çeteyên El- Hemze bi rêya bertîlê ambûlansên bi madeyên tiryakê berdidin.