Siyaseta 'Em Sûriyeyiyan hembêz dikin' a Enqereyê têk çû
Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2022'an û vir ve 26 hezar û 480 koçber dersînor kir.
Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2022'an û vir ve 26 hezar û 480 koçber dersînor kir.
Serhildanên gel ku dawiya sala 2010'an li welatên Bakurê Efrîkayê yên weke Tûnis, Cezayîr, Lubnan, Urdun, Sûdan, Yemen û hwd. bi navê 'Bihara Ereb' destpê kirin, di 15'ê Adara 2011'an de li bajarên Deraa, Hûms û Şamê yên Sûriyeyê jî rû dan. Şer û krîza li Sûriyeyê ku ji sala 2011'an ve dewam dike, bû sedem ku bi milyonan mirov ji Sûriyeyê koç bikin, berê xwe bidin Tirkiye, Lubnan, Iraq, Sûdan, Yewnanistan, Bûlgaristan, Elnmanya, Swêd, Fransa, Spanya û gelek welatên din. Sûriyeyiyên ku ji bo canê xwe ji şer û kaosê rizgar bikin bi rê ketin, gelek zor û zehmetî dîtin. Hinek ji wan di deryayê de xeniqîn, hinek ber bi fûhûşê ve hatin dehfdan, hinek jî ketin destê mafyayên organan. Yên ku ji bo rizgarkirina jiyana xwe koçber bûn, bûn amûr ji kes û hêzên ku dixwazin ji vê rewşê sûdê werbigirin.
Herî zêde li Tirkiyeyê ku gelek penaberên Sûriyeyî lê ne ev rewş metirsîdar e. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku bi siyaseta 'Em hembêza xwe li Sûriyeyiyan vedikin' xwe weke alîkar nîşan da, penaberên Sûriyeyî ji bo siyaseta xwe ya qirêj bi kar tîne. Yên ku bi wan kare ku bi fûhûş û narkotîkê bike çete, wan dike çete. Yên ku bi wan nikare jî bi rêya êrîşên nijadperestî dide kuştin.
ZÊDEYÎ MILYONEK Û 100 HEZAR SÛRIYEYÎ LI HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER DIMÎNIN
Gelek ji mirovên Sûriyeyê ku ji ber şer neçar man cih û warê xwe biterikînin, bi aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re berê xwe dan van herêman. Li gorî daneyên Ofîsa Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji herêmên Idlib, Hûms, Hama û Tedmûr ên Sûriyeyê zêdeyî milyonek û 100 hezar koçber li herêmên Rêveberiya Xweser dimînin. Rêveberiya Xweser ji bo van koçberan li Minbic, Tebqa û Reqayê kamp ava kiriye.
JI BO ASTENG BIKIN CAREKE DIN SERÎ LI ŞER DAN
Rejîma AKP'ê ku li pey xeyalên Neo-Osmanî ye û ji bicihbûna koçberên Sûriyeyî li herêmên Rêveberiya Xweser aciz bû, ji bo karibe pêşî li vê bigire careke din serî li şer da ku bi rêbazên herî hovane dimeşîne. Tevî kampên ku koçber lê ne, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj bi çekên giran, bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî bome kir, hewl da tirsê li herêmê belav bike û mirovên bi rengekî aram li herêmê ne careke din berê xwe bidin koçberiyê.
Dewleta Tirk ku di tevahiya dîrokê de li hemberî Kurdan bû xwedî kîn û hêrsê û ji bo Kurdistan bi çar parçeyan bê parçekirin serkêşî kir, li hemberî kesên ku dixwazin ji Rojavayê Kurdistanê koç bikin jî siyaseteke faşîzan dimeşîne. Kurdên ku ji sînor derbasî Tirkiyeyê dibin bi siyaseta 'Bê Kurd hiştina Rojava' qebûl dike, Ereban jî bi xeyala xwe ya guhertina demografîk bi êşkenceya leşkerî ber bi aliyê din ê sînor têne avêtin. Tevî ku ev yek gelek caran bi belgeyan hate nîşandan jî hevkarên rejîma faşîst a AKP'ê li hemberî vê bêdeng in.
LI QADÊN DAGIRKIRÎ TÊNE BICIHKIRIN
Rejîma faşîst a AKP'ê di Nîsana 2022'an de ragihandibû ku wê milyonek penaberan li Sûriyeyê bi cih bike. Ji hingî ve dewleta Tirk 26 hezar û 480 koçber dersînor kir. Bi taybetî di ser herêmên Girê Spî û Ezazê re têne derbaskirin. Koçberên ku bi giranî ji bajarên Stenbol û Hatayê têne komkirin, bi otobusan dibin Riha-Herranê. Li vir jî piştî ku bi zorê kaxizan bi wan didin îmzekirin, berê wan didin Girê Spî. Piraniya koçberên têne komkirin jî ji Hema, Heleb û Idlibê ne. Di nava van de her wiha koçberên ji Iraq, Tûnis, Cezayîr û ji gelek deverên din jî hene.
Rejîma faşîst a AKP'ê heta niha li rojhilatê Girê Spî sê gund ava kiriye. Li van gundan jî koçberên dersînor kirine bi cih dike. Li gundên Sûlûk, Hamam Turkmen, Ol Elî, Becniye û Karmazat ên Girê Spî têne bicihkirin. Ji sala 2022'an û vir ve nêzî 22 hezar koçber li Girê Spî hatin bicihkirin. Di nava sê mehên dawî de jî 2 hezar û 500 koçber li vî bajarî hatin bicihkirin.
Dema dawî ji deriyê Ezaz/Bermîselam nêzî 200 mirov hatin derbaskirin. Ew jî li Ezaz, Bab û Efrînê têne bicihkirin. Her wiha tê zanîn ku ji deriyê Hamamê gelek penaber hatine derbaskirin. Tenê meha Hezîranê ji deriyê Idlib/Babîlê 992 kes hatin derbaskirin. Her wiha hezar û 538 kes jî derbasî Girê Spî hatin kirin.
Piraniya koçberên ku li qadên dagirkirî jiyan ji bo wan giran bûye, dixwazin derbasî qadên Rêveberiya Xweser bibin. Lê belê li êşkence û gefên çete û dewleta Tirk rast tên.