'Sersebeba şewata li Kampa Newrozê dagirkeriya dewleta Tirk e'

Navenda Lêkolînên Jîneolojiyê ya Kantona Qamişlo derbarê şewata li Kampa Newrozê ku 7 jê zarok 8 kes miribûn raporek da û got, dagirkeriya Tirk sersebeba şewatê û mirinan e.

3'yê Nîsanê li Kampa Newrozê, li konekî ku du malbat lê diman şewat derketibû û 7 jê zarok 8 kes miribûn. Ev malbat piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wan êrîşên dagirker bi ser Serêkaniyê de anîbûn koç kiribûn û hatibûn Kampa Newrozê.

Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê ya Kantona Qamişloyê derbarê rûdanê rapor hazir kir û diyar kir ji ber êrîşên dewleta Tirk mirovan ji bêgavî malên xwe berdane û ev sersebepa rûdana trajîk e.

Navenda Lêkolînên Jineoloiyê di raporê de got piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker du malbatên ku ji gundên Zirgan a Bisîsê hatibûn, li kampa Newrozê bi cih bûbûn û şewat di konê wan de derketiye.

Ji ber şewatê 7ê jê zarok 8 kes miribûn. Ji malbatekê 5 zarok miribûn ku temanê herî zarok ê mezin 11 salî û yê herî biçûk 2 mehî bû. Dê û bavê zarokan Wedha Kenû El Sacir û Mihemed Elewî El Sacir li Hesekê li nexweşnayê têne tedawîkirin.

Her wiha di şeawtê e Sureyya Hemû Hemûdê ya 31 salî û zaroka wê ya 8 mehî jî mirin. Bav Mihemed Xelîl Hemî tê tedawîkirin.