Sergey Lavrov serdana Şamê kir

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji sala 2012'an û vir ve yekemcar serdana Şamê kir.

Tê payin ku Lavrov bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad re hevdîtinê bike. Beriya serdana Lavrov heyeteke Rûs a bi serokatiya Alîkarê Serokwezîr Yûrî Borrîsov serdana Şamê kiribû.

Tê payin ku Lavrov û hempîşeyê wî Welîd Mûallîm piştî nîvro bi hev re daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lavrov wê piştre biçe Qibrisê.

Rûsya ku tifaqa bingehîn a rejîma Şamê ye ji dawiya sala 2015'an ve bi rengekî leşkerî tevlî şerê li Sûriyeyê bûye.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Çileya 2020'an bi rengekî surprîz serdana Şamê kiribû.