Serçeteyekî DAÎŞ'ê li Tebqayê hate girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li herêma Tebqa ya Reqqayê serçeteyekî çeteyên DAÎŞ’ê hatiye girtin.

QSD’ê da zanîn ku serçeteyê ku demeke dirêje xwe veşartibû di serdegirtinê de hate girtin. QSD’ê diyar kir ku serçeteyê hatî girtin berê beşdarî şerên li dijî QSD’ê yên li herêmên cuda bûye û her wiha hat gotin ku di serdegirtinê de gelek belge û amûrên teknîkî hatine bidest xistin.

Her wiha QSD’ê ragihand ku ev operasyon di çarçoveya hevbeş ên hêzên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de pêk hatine, da ku DAÎŞ û şaneyên terorîst gefan li ewlehiya şêniyan nexwin û êrişên wan ên li dijî nuqteyên ewlehî, leşkerî û saziyên xizmetguzariyê werin rawestandin.