Serçeteyê DAÎŞ'ê li Enqereyê ye

Serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê Mûhammed Abdûrrahman El Mevla El Selbî saleke li Dîlok û Enqereyê di bin kontrola MÎT'ê de ye.

El Selbî ku piştî Bagdadî bû serkêşê nû yê DAÎŞ'ê, li Dîlok û Enqereyê di bin kontrola MÎT'ê de DAÎŞ'ê ji nû ve bi rêxistin dike û amadekariyan dike ku li Iraqê eniyeke nû veke.

Li ser têkiliyên Tirkiye û DAÎŞ'ê heta niha gelek belge û mikurhatinên çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî hatin weşandin, lê belê eşkere dibe ku DAÎŞ piştî Bagdadî bi temamî ketiye bin kontrola Tirkiyeyê. Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên pê bawer wergirtiye; serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê Mûhammed Abdûrrahman El Mevla El Selbî li Tirkiyeyê ye. Di bin kontrola MÎT'ê de li Dîlok û Enqereyê kar dike û DAÎŞ'ê ji nû ve bi rêxistin dike.

ZÊDEYÎ SALEKE LI TIRKIYEYÊ YE

El Selbî ku di nava DAÎŞ'ê de bi navê Haci Abdullah û Abdullah Kardaş jî tê naskirin, di mehên destpêkê yên sala 2017'an de ji bo biçe Tirkiyeyê derbasî Idlibê bû, lê belê di dawiya sala 2017'an de ji ber nakokiyên îdeolojîk-akîdevî yên li nava DAÎŞ'ê li herêmên Dêra Zorê yên di bin kontrola rêxistinê de bûn, beşdarî civînên bi fermana payebilind a Bagdadî pêk hatin, bû. Di dawiya sala 2017'an de careke din derbasî Idlibê bû û ji wir jî çû Tirkiyeyê.

SALEKE QET JI TIRKIYEYÊ DERNEKET

El Selbî nêzî saleke qet ji Tirkiyeyê dernakeve. Li Dîlok û Enqereyê biryargehên xwe hene. Bi giranî li Dîlokê dimîne. Di bin kontrola MÎT'ê de bi endamên DAÎŞ'ê yên pê bawer civînan li dar dixe û çeteyan ji nû ve bi rêxistin dike.

CIVÎNA 15'Ê MIJDARÊ YA LI DÎLOKÊ

Selbî li Dîlokê di 15'ê Mijdara 2019'an de bi 13 payebilindên DAÎŞ'ê yên ji Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê re civînek pêk anî. Ev civîn di bin kontrola MÎT'ê de hate kirin. Çend ji biryarên di civînê de hatin wergirtin wiha ne:

* Plan hate kirin ku li Sûriyeyê, hucreyên çeteyên ku Tirkiyeyê ava kirine û hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê li dijî QSD'ê, hêzên demokratîk û sivîlên li Sûriyeyê êrişên xwe bidomînin û êrişî rejîmê jî bikin

Endamên DAÎŞ'ê ji herêma El Cezîrê re bê şandin ku 4 ji sedî yê xaka Iraqê ye û di navbera wîlayetên Selahaddîn, Nînova, Enbarê qadeke bi giranî çol e. Bi rêya hin endamên DAÎŞ'ê yên ji Sûriye û Tirkiyeyê, 'muhacirên' ji Ewropayê bên Tirkiyeyê beşek ji wan sewqî herêmê bên kirin.

OPERASYONÊN HEVPAR ÊN BI TIRKIYEYÊ RE

El Selbî û tîmê wî bi MÎT'ê re plansaziyên hevkar kir û endamên berê yên DAÎŞ'ê yên bi kêr nayên, yên dixwazin ji DAÎŞ'ê qut bibin yan jî 'ji xelîfe nerazî ne' bi rêya polîsên Tirk digirin. Mînak; Midûriyeta Giştî ya Emniyetê di dawiya Cotmeha 2019'an de bi navê "26 operasyonên li dijî rêxistina terorê DEAŞ a li 21 bajaran" hate kirin û di encamê de 100 kes hatin girtin. Ev operasyon organîzasyona DAÎŞ û MÎT'ê bû. Bi vî rengî hem dawî li nakokiyên nava DAÎŞ'ê tê anîn û El Selbî û tîmê wî serdest dibe, hem jî Tirkiye li qada navneteweyî îdîa dike ku ew "Li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe."

RADESTKIRINA EBÛ ZEYD JI BO IRAQÊ BI VÎ RENGÎ BÛ

Li gorî gotinên çeteyên DAÎŞ'ê yên di destê QSD'ê de ne, ji nakokiya nava rêxistinê ya navbera baskê radîkal an jî xarîcî û baskê 'mûxalîf' ê li ser xeta El Qaîdeyê, baskê 'mûxalîf' bi ser ket, ku El Selbî yek ji emîrên payebilind ê DAÎŞ'ê yê di nava vê komê de bû. DAÎŞ'iyan gotin, Ebû Zeyd Iraqî (Îsmaîl Îthavî) ku di Sibata 2018'an de li Tirkiyeyê hate 'girtin' û radestî Iraqê hate kirin, ji be rku di nava koma radîkal de bû dawiya dala 2017'an DAÎŞ'ê der barê wî fermana girtinê derxist. DAÎŞ'iyan diyar kirin ku ji ber fermana girtinê ji nava DAÎŞ'ê reviya, destpêkê çû Idlibê û ji wir jî reviya Tirkiyeyê. DAÎŞ'iyan ragihandin ku ji wir jî bi plansaziya El Selbî, tîmê wî û MÎT'ê hate girtin û radestî Iraqê hate kirin.

BIRAYÊ WÎ LI NAVA ENIYA TIRKMEN E

Mûhammed Abdul Rahman El Mevla El Selbî (Haci Abdullah Abdullah Kardaş) ku piştî kuştina Bagdadî ji aliyê DAÎŞ'ê ve weke 'xelîfe' hate ragihandin û bi navê Ebû Îbrahîm Haşimî El Qûreyşî hate binavkirin, Tirkmenekî ji Til Eferê ye. Birayê El Selbî Adîl Selvî di nava karê Eniya Tirkmen a Iraqê de li Tirkiyeyê dixebite.