Saziyên navneteweyî li pêşberî çeka avê bêdeng e

Ji Rêveberiya Bajaran a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Derbuş anî ziman ku dewleta Tirk çemê Firatê weke çekê bi kar tîne, lewma ji çandiniyê heta tenduristiyê gelek pirsgirêk rû dane. Derbuş bal kişand ser bêdengiya li qada navneteweyî.

Dewleta Tirk a dagirker, li gel teknîkên şerê taybet ava çemê Firatê jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke çekekê bi kar tîne.

Piştî ku bendava Rojava ji aliyê QSD'ê ve ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, dewleta Tirk ji sala 2017'an ve ava çemê Firatê dem bi dem dibire. Ava çemê Firatê ji 17'ê Çileya 2021'ê û vir ve bi temamî hatiye qutkirin. Dewleta Tirk ne tenê peymana slaa 1987'an a bi Sûriye û Iraqê re îmze kiriye binpê dike, her wiha qanûnên navneteweyî jî ji nedîtî ve tê. Li gorî peymana ku di navbera Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê de hate çêkirin, saniyeyê 500 metrekup av divê ber bi Sûriyeyê ve bê herikandin. 300 metrekup ji vê yekê derbasî Iraqê dibe, 200 metrekup av jî li Sûriyeyê dimîne. Ev 200 metrekup ji bo avdana zeviyan û ava vexwarinê tê bikaranîn. Lê belê ji 17'ê Çileyê ve tenê 200 metrekup av tê berdan. Ev yek jî ji bo xebitandina bendavan têrê nake. Ji ber vê yekê jî rojê tenê 8 saetan elektrîk ji bendavê dikare bê peydakirin.

Li gorî agahiyên ku ji rêveberiya Bendavan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Mihemmed Derbuş parve kir, li derdora Helebê 5 milyon mirov ava xwe ji çemê Firatê werdigire. Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Kobanê, Tebqa, Reqa û beşek ji Dêra Zorê pêwîstiya xwe ya avê ji çemê Firatê bi dest dixe.

Qutbûna avê gelek metirsiyan bi xwe re tîne. Dema ku av naherike, qirêjiya li nava avê, dibe sedem ku av gemarî bibe. Mirovên ji vê avê vexwin jî nexweş dikevin. Ji Rêveberiya Bendavan Mihemmed Derbuş diyar kir ku niha li Kobanê û Reqayê gelek zarok ji ber vê avê nexweş ketine û got, "Gelek zindiyên li nava avê jî zerarê dibînin. Zeviyên çandiniyê gelekî zerar dîtin. Îsal nîvê genim çû. Gelek gundên li qiraxa çemê Firatê bi masîvaniyê debara xwe dikir. Wan jî gelekî zerar dîtin. Gundan hemûyan ji bo avdaniya zeviyên xwe lûle li çemê Firatê bi cih kiribûn, lê belê bi kêmbûna avê re li hin deveran zeviyên bi 100, 200, 300 metreyî dûr, nikarin bên avdan."

MEXDÛRIYETA MEZIN

Derbuş ragihand ku ji Kobanê heta Dêra Zorê gundên li herêmê pêwîstiya xwe ya bi avê ji çemê Firatê peyda dikin, lê belê av bi vî rengî bê birîn wê her sê bendav (Bendava Rojava, Bendava Azadî û Bendava Firatê) rawestin û got, "Bi rawestîna bendavê ji xwe wê elektrîk nikaribe bê bidestxistin. Ji ber kêmbûna avê, ji tavê û germahiyê bendav zerareke mezin dibîne. Em jî ji bo parastina bendavê neçar dimînin ku avê bibirin. Em avê radiwestînin û di demên diyarkirî de diherikînin. Ji bo cotkariyê wê av nikaribe bê peydakirin. Me ji bo cotkariyê bi 80 metreyî av veqetand, lê belê ev rêje niha nîvco bûye.

Tedbîrên me hemû li ser bendava Firatê ye. Bendava firatê xwedî depoyê ku kapasîteya xwe ya avê 14 milyar kup e. Dema ku av dihate birîn me pêwîstî ji vê depoyê werdigirrt. Her wiha ji Iraqê re jî ji pêwîstiyê bêhtir diçû. Eger bi vî rengî dewam bike wê ava li depoyê jî biçike. Heta demekê ev yek dikare dewam bike. Piştre jî wê av bi temamî biqede. Ji Gulanê ve me karîbûn tenê 200 metrekup avê derbas bikin. Niha ev av kêmtir bûye. Tenê nîvê vê dikare ji Iraqê re biçe."

BERSIV JI BANGAN RE NEHATE DAYIN

Derbuş ragihand ku wan heta niha gelek bang li saziyên navneteweyî kirine, lê belê ti bersiv wernegirtine û got, "Tenê em vê dixin rojevê û têdikoşin. Iraqê heta niha nerazîbûnek nîşan nedaye."

REWŞA SÊ BENDAVAN

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê sê bendav hene.

Rojav (Bendava Tişrînê): Bendava ku şeş pompeyên xwe hene, her pompeyeke xwe bi 105 megawatt elektrîkê hildiberîne. Ji bo yek ji wan bixebite pewîstî bi 450 metrekup avê heye.

Bendava Firatê ya li Tebqayê: 8 pompeyên xwe hene. Her yek ji wan bi 105 megawatt elektrîkê hildiberîne. Ji bo yek ji wan bixebite pêwîstî bi 200 metrekup avê heye.

Bendava Azadî (Bi navê xwe yê berê Bendava Baas): 3 pompeyên xwe hene. Yek ji van pompeyan 15 sal in naxebite. Du pompe dixebitin.

Çemê Reqayê yê li rojhilatê Reqayê tevlî ava çemê Firatê dibe. Ji wir jî derbasî Iraqê dibe. Piştî ku bendav diqede, dest pê dike. Ji ber vê yekê ti feydeya xwe li bendavan nîne.

STASYONA AVÊ YA ELOKÊ

Li stasyona avê ya Elokê bi giştî 30 bîr, stasyoneke avê û 10 pompe hene. Av bi lûleyên ji 67 kîlometreyî dirêj û 120 cm'yî fireh digihêje Hesekê. Av li stasyona avê ya Hamme tê komkirin.

Niha ji 30 bîran tenê 8 jê dixebitin. Dewleta Tirk îdîa dike ku ji ber elektrîk nîne, nikare avê bide. Lê belê Rêveberiya Xweser bi 7 megawattê elektrîkê dide. Ji bo stasyona avê ya Elokê bixebite pêwîstî bi 3 megawatt elektrîke heye.

Stasyona avê ya Elokê bersivê dide pêwîstiya avê ya Hesekê, Til Temirê, Şedadê û kampên li herêmê. Ji ber polîtîkaya avê ya dewleta Tirk niha li Kantona hesekê milyonek û 200 hezar mirov bi zorê avê peyda dikin.

KARÊN JI BO AVÊ HATIN KIRIN

Ji ber pirsgirêka heyî ya avê, bajarê Hesekê bûye 5 parçe. Her roj av ji parçeyekî re tê dayin. Jİ gundê Şemo yê bi 20 kîlometreyî dûrî Hesekê av bi tankeran tê birin. Saziyên li herêmê ji bo bersivê bide pêwîstiya avê ya xelkê zêdeyî 100 tankerên avê kirê kirin. Bi dehan tanker ji bo avê bigihîne gel dixebitin.

BÎRÊN LI BAJÊR

Li bajarê Hesekê av ji kûrahiya 30 metreyî peyda dibe, lê belê bi giranî tevlî kanalîzasyonê dibe û ava şor e. Li bajêr niha zêdeyî 200 bîrên avê hene.

PROJEYA AVA FIRATÊ

Projeya Ava Firatê dewam dike. Ji herêma Suwar a Dêra Zorê heta Hesekê 4 stasyon hene. Bi 350 kîlometreyî dûrî bajêr e. Ava tê wê ber bi stasyona avê ya li Hesekê bê herikandin. Tê payin ku ji sedî 15 bersiv ji pêwîstiya avê ya li bajêr re bê dayin.