Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn

Ji bo Şervana MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûbû li kolana ku navê wê lê hatibû kirin, bernameyeke bîranînê hate kirin.

Saziya Yekîtî û Hevgirtina Gelan (SYPG) di salvgera fermanda şehîdbûna fermandara MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozugr) de, li kolana ku navê wê lê hatî kirin, bernameya bibîranînê li dar xistin.

Bernameya bibîrranînê bi deqeyên rêzgirinê ya ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Di bernameyê de rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan, rêveberên Kantona Kobanê, yên KKO, MLKP'ê û Hevserokê Konseya Berevaniyê ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen hazir bûn.

Mustafa Eto li ser navê Hevserokê Kantona Kobanê axivî û got, ''Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bi ser Kobanê de anîn, texmîn nekirin ku ev der bajarê berxwedanê ye. Bîr nebirin ku şoreşgerên qehreman ên mîna Sarya wê berevaniyê li vir bikin. Heke  îro em li ser xaka xwe bi azadî dijîn ev bi şehîdên me ye. Em ê di rêya wan de bimeşin.''

PIRA JI DERSIMÊ HETA BI KOBANÊ

Li ser navê MLKP'ê jî daxuyanî hate dayin, di daxuyaniyê de hate gotin, ''Fermandar Sarya nîşanî jinên ciwan de bê ka wê çawa şer were kirin û çawa bibin fermandar. Ji Dersimê heta bi bajarê berxwedanê Kobanê, bû pir. Rêya rûmetê û jiyana azad nîşanî bi hezaran jinên ciwan da.''