Kobanê di nava rûpelên dîrokê de bû efsane. Li Kobanê berxwedaniyeke bê hempa hate raberkirin. Di 1’ê Mijdarê de jî tevahî gelên cîhanê piştgirî dan vê berxwedana dîrokî ya li Kobanê. Yek jî şahidên wê berxwedanê, Sara Xelîl têkildarî berxwedana Kobanê ji ANF’ê re axivî.
Sara Xelîl diyar kir ku di 1’ê Mijdarê de di asta Kurdistan û navneteweyî de xwedî li Berxwedaniya Kobanê hat derketin û got: “Di 15’ê îlonê de êrîşeke berfireh ji aliyê çeteyê DAÎŞ’ê li ser bajarê Kobanê hat kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo qirkirina û tunekirina Kurdan hatibûn şandin. Di bajarekî biçûk de di bin şert û mercên zehmet de şerê man û nemanê hat kirin. Di encamê de çeteyên DAÎŞ’ê bi bin ketin. Di wan êrîşan de gelek çalakiyên fedayî jî hatin krin û ji bo ku Kobanê nekeve destê terora reş gelek destan hatin nivîsandin. Çeteyên DAÎŞ’ê hejmareke gelek êrîş li ser Kobanê pêk anîn. Erdogan jî digot Kobanê ket û wê bikeve. Lê Rêber Apo dema ku seferberî îlan kir, ji her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê jî berê xwe dan Kobanê û di wî bajarê biçûk de berxwedaniya man û nemanê hat kirin."
Sara wiha diyar kir ku têkçûna DAÎŞ’ê ji dewleta Tirk re bû derd û ev tişt anî ziman: "Keç û xortên me û hêza me ya YPJ û YPG’ê ji van êrîşan re bûn mertal û ji bo parastina gelê xwe, canê xwe feda kirin. Me di wan deman de tenê berxwedan û têkoşîn kir. Dewleta Tirk û çeteyên wê jî bi hemû derfetên xwe êrîş dikin, lê di vî şerî de bi bin ket. Niha jî dixaze tola xwe hilîne. Xwestin dîsa tola xwe hilînin û dest bi komkujiyeke hov li Kobanê kir, herî dawî jî şerê taybet li herêmê dide meşandin, lê dîsa jî hemû planên wan vala derketin.
Şerê Kobanê heta roja îro jî didome. Ji destpêka avakirina komara Tirkiyeyê heta niha, dixwazin netewa Kurd tune bikin. Lê em ne ew Kurdên berê ne, rêya azadiyê li pêşiya me ye û me xwe îspat kiriye. Vaye me projeya xwe ya netewa demokratîk ku tevahî netewan di nava xwe de dihewîne, daye avakirin. Vaye tevahî netew di yek sazî û çeper de ji bo azadiyê têdikoşin. Ev yek jî bû tirsa dewleta Tirk. Rêya me, rêya serkeftinê ye.”