Salvegera damezrandina KJK'ê li Kobanê û Hesekê hat pîrozkirin

19’emîn salvegera damezrandina KJK'ê li Kobanê û Hesekê bi çalakiyên cuda, hat pîrozkirin. Bi vê wesîleyê li bajarê Hesekê gul hatin çandin.

Bi boneya salvegera 19’emîn a damezirandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) li bajarê Kobanê a Kantona Firatê şahiyek hate lidar xistin. 

Bi sedan jin, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî şahiyê bûn ku li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê hate lidarxistin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş axivî û got: “Bi saya raman û felsefeya Rêber Abdulllah Ocalan em gihaştin vê astê û bi îradeya jinan hat damezirandin. Hêz û berxwedana jinan li tevahî cîhanê deng vedaye.”

Piştre rêvebera Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl damezirandina KJK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinan pîroz kir û got: "Ev projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan e da ku bibin xwedî hêz û rêxistina xwe ava bikin.”

Berpirsa Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Cîhan Mihemed, bal kişand ser zextên li ser jinên têkoşîn têne kirin û wiha axivî: "Her çi qas zext û êrîş li ser jinan tê meşandin, jin her tim di nava berxwedanê de ne. Jin tu carî desthilat li ser xwe qebûl nekirin. Di roja me ya îro de jin bûne pêşeng û xwedî îradeyeke xurt.”

Kongra Star bi boneya salvegera 19’emîn a damezirandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) çalakiyek lidar xist. Di vê çalakiyê de 100 şitilên gulan li Parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li taxa El Nasir a Hesekê çand.

Endamên rêxistinên jinan, saziyên sivîl û partî beşdarî çalakiyê bûn.

Her wiha di çalakiyê de endama Kongra Star Nejbîr Ehmed axivî û ev roj li jinên Rojava û Kurdistanê pîroz kir û got: “Erka KJK`ê; rizgarkirina jinan ji koletiyê û bidawîkirina zilma li ser wê, avakirina rêveberiyekê li ser bingeha fikrê demokratîk e ku wekheviyê di navbera her du zayendan de ji xwe re kiriye esas.” 

Piştî axaftinê şitlên gulan li parke hatin çandin.