Salih Muslim daxuyaniyên Esad û civîna Soçî nirxand

Muslim daxuyaniya Esad a li dijî Kurdan nirxand û got, "Bi gotina 'Kurd bi hevkariya bi DYA re xiyanetê li welêt dike' dixwaze bandorê li Erebên li nava federasyonê bike û pêşî li tifaqa Kurd û Ereban bigire."

Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Salih Muslim, li ser bûyerên dawî yên li Sûriyeyê diqewimin bersiv da pirsên ANF'ê.

Der barê tawanbariyên Beşar Esad de ku Kurdan bi 'xayintiya li welêt' sûcdar dike, Salih Muslim got, "Ev daxuyanî nîşaneya helwesteke nû ye. Pozîsyona Sûriyeyê nîşan dide. Piştî ku DAÎŞ têk çû û têkoşîna li dijî terorîzmê bi ser ket, li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Pêvajoya nû wê bi giranî li ser paşeroja Bakurê Sûriyeyê pêk were. Li qada siyasî û dîplomatîk wê pêşketin rû bidin. Bêguman her kes xwedî planekê ye. Daxuyaniya Esad jî parçeyek ji polîtîkaya reşkirina Kurdan e. Daxuyaniyên bi vî rengî ji bo raya giştî ya Ereb tên dayin. Bi gotina, 'Kurd bi hevkariya bi DYA re xiyanetê li welêt dike' dixwaze bandorê li Erebên li nava federasyonê bike û pêşî li tifaqa Kurd û Ereban bigire. Daxuyaniyên wiha di çarçoveya planekê de tên dayin. Bêguman ev yek bi dilê dewleta Tirk û Îranê ye. Ji ber ku sîstema demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê ava dibe, li berjewendiya van her sê dewletan nayê."

SIYASETA TENÊHIŞTINA KURDAN

Salih Muslim destnîşan kir ku êdî dibînin mîna berê nikarin Kurdan bixapînin û wiha dewam kir: "Ne Sûriye, ne Îran, ne jî Tirkiye Kurdekî azad dixwaze. Hîn bûne ku Kurd her tim bûne leşkerê wan. Rewşa nû jî berevajî vêy e. Kurd pêşengê sîstemeke demokratîk e. Tifaqa Kurd û Ereban roj bi roj berfireh dibe. Sîstema ku ava dibe jî xwedî perspektîfekê ye ku xîtabî tevahiya herêmê dike. Armanca êrîşan pêşîgirtina li vê pêşketinê ye û ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve tenêhiştina Kurdan e.

Eger rejîm qanih bibe wê bixwaze şer bike. Lê belê ji aliyê leşkerî ve gelekî qels e ku bi tena serê xwe ne dikare biryarekê bide, ne jî êrîşî herêmên me bike. Eger bixwaze van êrîşan ji aliyê leşkerî ve bidomîne, dikare vê bi desteka Îranê bike. Siyaseta Îranê ye ku DYA û yên pê re tevdigere weke dijmin îlan dike. Wekî din, divê mirov vê daxuyaniya Esad ji polîtîkaya Tirkiyeyê ya dijminatiya li Kurdan cuda nebînin. Encama tifaqeke veşartî ye ku li ser sûcdarkirina Kurdan bi xiyanet û terorîzmê hatiye avakirin."

ARMANCA SOÇÎ'YÊ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E

Li ser 'Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê' ku di rojevê de ye û wê Soçî bê lidarxistin, her wiha li ser lîsteya beşdaran Muslim wiha axivî:

"Ya rast, civîna Soçî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dicive. Ji ber vê yekê mecbûrîye ku Kurd di civînê de hebin. Wê ji bo Sûriyeyê sîstema rêveberiyê bê nîqaşkirin. Bi giranî li ser şêweyê destûra bingehîn tê rawestîn. Divê destûra bingehîn ji nû ve were kirin û bibe metneke demokratîk ku navendîparêz nîne û federalîzmê nas dike. Ji bo nivîsandina destûra bingehîn wê komîte werin avakirin û di nava van komîteyan de jî lazim e nûnerên hemû etnîk û baweriyan hebin.

Berê heyeteke Rûs hat. Bi hemû beşên li nava Federasyona Demokratîk a Sûriyeyê; bi Kurd, Ereb, Suryaniyan re rûnişt, vexwend jî. Gotin ku 140 kes wê tevlî civînê bibin. Delegasyon wê bi navê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê tevlî bibe. Vexwendîname ji bo şexsan jî bê şandin, wê beşdar ji bo bilêvkirina daxwazên federasyonê tevlî civînê bibin. Nizanim ku li Astanayê Tirkiye, Îran û Rûsyayê li ser vê mijarê li hev kirine yan na. Lê belê eger Kurd, nûnerên federasyonê li derveyî Soçî werin hiştin, ev yek wê were wê wateyê ku çareseriyê naxwazin. Rûs naxwazin ku Soçî bê encam bimîne. Ji ber ku ew bi xwe dixwazin ku li Sûriyeyê destûreke nû ya bingehîn bê amadekirin.

Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd dikeve rojevê, dewleta Tirk û beşên din hewl didin lidarketina civînê asteng bikin. Eger hewldanek ji bo çareseriyê bê kirin, divê em di nav de hebin. Şêweyê tevlîbûna me mijareke cuda ye, lê divê îradeyeke ku Bakurê Sûriyeyê temsîl dike lê amade be. Pêwîste daxwazên federasyonê di komîsyonên nivîsandina destûra bingehîn de bên ziman û li ser nîqaş were kirin. Wekî din, di pozîsyona me de guhertinek nîne, tiştekî nû ji me re ranegihandine.

LI CENEVREYÊ XETA TIRK-QATARÊ TASFIYE BÛ

Li Cenevre û civînên din Kurd li derveyî pêvajoyê hatin hiştin, lewma bê encam man. Eger Kurd tevlî Cenevre û civînên din bibin, wê hingî sîstema li vir meşrû bibe. Tirkiye û rejîm ji destpêkê ve hewl didin pêşî li vê bigirin. Bi qasî ku em dişopînin, dewleta Tirk ji ber ku li civînên navneteweyî li dijî me siyasetê dike, di bin zexteke giran de ye. Ji bo tevlîbûna me li civîna Cenevreyê Erebîstana Siûîd û dewletên din jî gotine, 'Em li dij dernakevin. Em ne asteng in'. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, DYA û Fransa ji bo dewleta Tirk li tevlîbûna nûnerên Federasyona Bakurê Sûriyeyê li civînên navneteweyî qanih bikin, hewl didin çareseriyekê peyda bikin. Pozîsyona Erdogan dibe astengî. Di civîna Cenevre-8 de gelek tişt guherîn. Derdorên ser bi Tirkiye û Qatarê tasfiye bûn. Yên ku niha bi navê mûxalefeta Sûriyeyê tevlî danûstandinan dibin, komên ser bi Erebîstana Siûdî û welatên kendavê ne.

POZÎSYONA ME XURT E

Lê divê vê bêjim, pozîsyona me gelekî xurt e. Ji ber ku proje û pêşniyarên me yên xurt hene. Ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê aliyekî ji me xurtir nîne. Naskirina Federasyona Bakurê Sûriyeyê bi çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê ve girêdayî ye. Ji ber ku em parçeyek ji Sûriyeyê ne."

POLÎTÎKAYA ŞAŞ WÊ ŞER BIBE ÎRANÊ

Li ser helwest, daxwaz û hewldanên Îranê yên li Sûriyeyê, Salih Muslim ev nirxandin kir:

"Îran mîna împaratoriya Safewî dixwaze împaratoriyeke nû ya Şîa ava bike. Şerê li dijî Îsraîlê û polîtîkayên xwe yên bi navê belavkirina olê dimeşîne, bi vê armancê ye. Bi rêya vê polîtîkayê li nava Îranê yekîtî ava kir û heta niha xwe parastin. Eger Îran dest ji vê polîtîkaya xwe berde dikare tevlîhev bibe. Polîtîkaya dij bi Îranê ya li Rojhilata Navîn wê hingî bi bandor bibe. Bandora Îranê li Lubnan, Iraq û herêmên din ji bo Îsraîlê xeterî ye. Lubnan niha ji aliyê Hîzbûllahê ve tê birêvebirin, ev rewş gelek hêzan aciz dike. Îran li Sûriyeyê jî naxwaze rejîm biçe. Tevî ku Elewî ne Şîa ye, destek da Esad û hewl dide wî li ser piyan bigire.

Xuya ye Îranê dijminatiya hemû aliyan, dijminatiya DYA, Yekîtiya Ewropa, Îsraîl û dewletên Ereb kişand ser xwe. Dewletên Ereb ditirsin ku welatê wan tevlîhev bibin. Li Erebîstana Siûdî, Qûweyt û gelek welatên kendavê hem Sûnî hene hem jî Şîa. Polîtîkaya derve ya Îranê ji bo welatên kendavê pirsgirêkeke mezin e. Piştgiriya Îranê ya ji bo Qatarê eşkere bû. Ji ber van hemû sedem divê hêza Îranê bê qelskirin. Yek ji taybetmendiyên şerê dema bê jî ev e. Îran dixwaze şer li derveyî sînorê xwe bide, li Sûriye, Lubnan, Yemenê bimeşîne. Lê belê şerê ku di dema bê de bi Erebîstana Siûdî ya jî welatekî din ê kendavê re derkeve, dibe ku yekser derbasî nava Îranê bibe."

EGER DIJMINATIYÊ LI ME BIKE WÊ ÎRAN WINDA BIKE

Di dewama axaftina xwe de Muslim diyar kir ku rewşeke ku ew û Îran li hemberî hev rabin nîne û got, "Sedema meşandina siyaseteke li dijî destketiyên li vê derê, sîstema antî demokratîk a li Îranê ye. Avabûna federasyonê li vê derê wê Kurdan bike hêz. Li Îranê jî Kurd, Azerî, Suryanî, Ereb û gelek komên din ên etnîkî dijîn. Ditirsin ku federasyon ji bo gelên Îranê bibe modeleke rêveberiya demokratîk.

Gelê Kurd ê li Îranê ji destpêkê ve piştgirî da şoreşa Rojava. Ji bûyer û rewşa li vir jî tecrûbe girt. Eger Kurdên li Îranê sibe rabe ji bo mafên xwe yên neteweyî demokratîk têbikoşe, em neçar in piştgiriyê bidin wan. Îran ji ber ku ji pirsgirêka Kurd û modela li Bakurê Sûriyeyê ditirse dijminatiyê li me dike. Hesab hene ku Heşdî Şabî, hêzên artêşa Qudsê yên ser bi Îranê, bi navê rejîmê li dijî me şer bikin. Lê belê ne bawerim ku tiştekî welê bibe. Ji ber ku hêza me ne kêm e, ne hêzeke ku dema lê da, teslîm bibe. Di nava rejîmê de jî yê karibe li dijî me şer bike nîne. Eger Îran êrîşî me bike, wê winda bike."