Salih Muslim: Êrîş bi civîna çar alî re têkildar e

Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê Salih Muslim got, dewleta Tirk parastina DAÎŞ'ê dike û destketiyên Kurdan dike hedef. Muslim got, "Ji bo ku em destketiyên xwe biparêzin em ê li berxwedanê rawestin."

Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Salih Muslim têkilî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê û Girê Spî ji ANHA'yê re axivî.

'GEFÊ LI KOALÎSYONÊ JÎ DIXWE'

Muslim got, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî têkilî civîna çar alî ya li Stenbolê ye û domand, "Dewleta Tirk di civîna çar alî de ji bo ku daxwazên wê werin bicihanîn êrîşê bi ser Rojava de dibe. Bi van êrîşan tê xwestin ku qira Kurdan bînin. Dewleta Tirk bi van êrîşan bi rengekî eşkere gefê li Koalîsyona Navnetewî jî dixwe."

'DEWLETA TIRK DAÎŞ'Ê XWEDÎ DIKE'

Muslim got, tê xwestin temenê DAÎŞ'ê were dirêjkirin û got, ''Êdî hemû cîhan dizane ku dewleta Tirk DAÎŞ'ê xwedî dike."

Muslim diyar kir, ji bo ku çeteyên li Idlibê li Efrînê bi cih bikin wext ji xwe re çêdikin û domand, "Dewleta Tirk hewl dide çareseriyeke pêkan asteng bike. Ji bo vê jî komên çete yên li Idlib, Efrîn û Dêrazorê diparêze. Dewleta Tirk ji bo ku nehêle komên çete biqedin bala cîhanê ji Idlibê dide devereke din."

Muslim bi berdewamî bang kir ku "dewletên cîhanê bi berpirsyariya xwe rabin" û wiha axivî: "Şervanên YPG-YPJ'ê li Dêra Zorê ji bo hemû mirovahiyê têdikoşin û dewleta Tirk jî êrîşê dibe wan qadên ku şervanan ji DAÎŞ'ê azad kirine. Ev êrîş bi ti awayî nayên qebûlkirin. Dewletên navnetewî divê van êrîşan mîna xeta sor bibînin û bi berpirsyariya xwe rabin."

Muslim got, rejîma Sûriyeyê dibe ku gilhê êrîşan bike û domand, "Rejîma Sûriyê van êrîşên dewleta Tirk bi çarçoweya hiqûqa navnetewî dikare bibe Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê. Mixabin rejîma Sûriyê vîna xwe radestî Rûsyayê kiriye û li bara biryarên Rûsyayê bêdeng dimîne."

'EM Ê JI BO DESTKETIYÊN XWE LI BER XWE BIDIN'

Endamê Komîteya Dîplmasiyê yê TEV-DEM'ê Salih Muslim got li Bakurê Sûriyê û Rojava bi çarçoweya projeya Neteweya Demokratîk gavên girîng têne avêtin û domand, "Dewleta Tirk êrîşê tîne ser vê pergalê. Ji bo ku em berevaniyê li destketiyên xwe bikin em ê li berxwedanê rawestin. Hemû hêlên alîgirê demokrasiyê divê li dijî êrîşên dewleta Tirk têbikoşin."