BI DÎMEN

'Sakîne mîrateya jina azad e'

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş destnîşan kir ku gelê Kurd wê li dijî komkujiyên Parîsê li her çar parçeyên Kurdistanê û seranserê cîhanê asta têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bike.

9’ê Çileya 2013’an sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylamez (Ronahî) ji aliyê sîxûrên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş têkildarî komkujiyên li Parîsê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wê xeta jin a têkoşer her berdewam be.

Peyman Elûş anî ziman ku Parîs qaşo weke dewleteke demokrat, xweş û bi wekheviyê tê naskirin, lê komkujî li pey komkujiyê li dijî jinên azad û pêşengên şoreşê tê kirin û got: "Ev komkujiya ku li dijî sê qehreman û şoreşgerên ku temsîla jina azad dikirin, berdewamiya komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Mît dixwaze pêşengê vê şoreşê bike hedefa xwe. Bi hedefgirtina Sakîne ku yek ji damezrînerên PKK'ê ye, xwestin vê tevgerê tune bikin. Piştî ku Rêber Apo jî hat dîlgirtin, gotin ku êdî dawiya Kurdan hatiye, lê bi hezaran Kurd serî li hemberî mirinê rakirin û riya azadiyê û fikr û felsefeya Rêber Apo şopandin. Bi hêza xwe ya gerîla jî ku di nava mercên zor û zehmet de têdikoşin gotin, em gel gerîla ne û gerîla jî gel e, bi vê ruhê berxwedanî û têkoşîn jî hat destpêkirin. "

'SAKÎNE LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ LI BER XWE DA, DI ZÎNDANÊ DE BÛ MÎNAKA JINA AZAD'

Elûş ragihand ku xwestin hevrêyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin hedefa xwe û wiha bilêv kir: "Sakîne ku li hemberî Faşîzma dewleta Tirk bi dehan salan di nava zîndanên faşîzmê de berxwedanî kir, çiqas êşkence û êrîş lê hatibe kirin, dîsa heta dawiyê xwedî li xeta Apoyî derket û li hemberî faşîzmê serî hilda. Sakîne bi sekna xwe jina azad temsîl kir, bi hezaran jin jî hêza xwe ji şexsê Sakîne digirin."

'DUH BÛ SAKÎNE ÎRO JÎ EVÎN E'

Peyman Elûş destnîşan kir ku komkujî li pey komkujiyê li bajarê Parîsê diqewime, duh bû Sakîne û hevrêyên wê, îro jî Evîn, Mîr û Abdûrrahman û ev tişt got: "Her tiştên ku ji aliyê MÎT’ê ve dihat plankirin berovajî derdiketin. Lê bi hedefgirtina Sakîne ku li pey xwe bi hezaran jin rakirin û li hemberî faşîzmê serî hildan. Sakîne ku dibêje jiyana min tevahî şer e, bi sê beşên pirtûka xwe jiyana xwe rava dike. Vaye li dervayî welat û her çar parçeyên Kurdistanê, bi hezaran jin xwedî li xeta Sakîne derketin. Mînakên wan YJA Star û YPJ ye ku bûn mînaka jinên azad a xeta Sakîneyan."

Peyman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ne Fransa ne jî civaka navnetewî hîna jî li ber komkujiyê xwe lal û kor kirine û kujeran eşkere nakin. Ew jî ji ber berjewendiyên xwe. Hikumeta Fransa qaşo bi demokratîk û wekheviyê tê naskirin, lê li pişt wê jî jiyaneke din heye ku têde komkujî, qetilkirin heye."

Peyman di dawiyê de ragihand ku gelê Kurd wê li her çar parçeyên Kurdistanê û seranserê cîhanê asta têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bike û got: "Divê em li fikir û felsefaya Rêber Apo xwedî derkevin û li ser wê esasê xwedî li Sakîne derkevin. Soza me ji heval Sakîne re ew e ku em heta dawiyê xwedî li mîrateya wê derkevin û asta berxwedaniya xwe bidomînin."