SÎHA ya Tirk li Efrînê sivîlek kuşt

Balafireke bê mirov a bi çek a artêşa Tirk (SÎHA) li Efrînê bombe li malbatekê barand. Ji ber êrîşê kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn. Aqûbeta birîndaran nayê zanîn.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, roja28'ê Nîsanê, balafireke bê mirov a artêşa Tirk a dagirker li gundê Xelnêre yê navenda Efrînê bombe li malbata Mûstefa ya li bexçeyê xwe yê zeytûnan bû barand.

Ji ber êrîşê Xalid Mûstefa (24) şehîd bû, bavê wî Wehîd Mûstefa (50) û birayê wî Elî Mûstefa (23) birîndar bûn.

Cenazeyê Xalid Mûstefa tevî birayê wî yê birîndar Elî Mûstefa birin Nexweşxaneya li Ezazê. Bavê wan Wehîd Mûstefa jî ku bi giranî birîndar bû birin nexweşxaneya li Kîlîsê. Aqûbeta birîndaran nayê zanîn.