Di operasyona kampa Holê de çeteyekî DAÎŞ'ê hat girtin

Di operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê de çeteyekî DAÎŞ'ê yê ku berpirsyarê gelek sûcan e, hat girtin.

OPERASYONA LI KAMPA HOLÊ

Li kampa Holê û derdora wê operasyona ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi piştevaniya YPJ û QSD’ê li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê daye destpêkirin, di roja 4’an de didome.

Di operasyona ewlehiyê de çete Îbrahîm Ebid Ebdullah ê ku di nava DAÎŞ’ê de bi navê Ebû El Ezra tê naskirin û gelek çeteyên din hatine girtin.

Di çarçoveya operasyona ewlehiyê de ku ji 18’ê Nîsanê ve li kampa Holê didome, hêzên operasyonê piştî ku nasnameya wî, tevger û çalakiyên wî li kampê tesbît kirin, çete Îbrahîm Ebdullah girt.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dane lêpirsîna bi çete Îbrahîm El Ebdullah re didome.