NÛ BÛ

Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de 300 ton genim şewitî

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker siloyên bajarê Sirînê ya Kantona Firatê bombebaran kir û 300 ton genimê embarkirî şewitîn.

Balafireke bêmirov ên artêşa dewleta Tirk a dagirker siloyên genim ên li ser rêya bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de de 300 ton genim şewitî.

Hevseroka Kompanya pêşketin û Civaka Çandiniyê li Kantona Firatê Gulistan Şêxo diyar kir ku di encama bombebaranê de şewateke mezin derket û got, "Hejmareke zêde ji genimê embarkirî şewitî û ziyanên mirovî çênebû. Tîmên agirkujiyê agir vemirandin û pêşî li belavbûna agir girtin. Ev êrîş di demeke ku aloziyeke serbazî li herêmê pêk tê û tirsa xirabtirbûna krîza mirovî û xirabkirina rewşa jiyanê ji bo niştecîhan zêde dike."