Bendava Tişrînê ji ber êrîşên çeteyan ji xizmetê derket

Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de Bendava Tişrîn ji xizmetê derketiye. Ceryana li kantona Kobanê bi temamî hate qutkirin.

Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bendav bi temamî ji xizmetê derketiye û diyar kir ku hemû malzemeyên di bin metirsiya binavbûnê de ne. Desteya Enerjiyê bang li Kooalîsyona Navneteweyî kir ku ji bo pêşiya karesata mirovî were girtin divê demildest dest li rewşê werde.

Bendava Tişrînê ceyranê dide gundên derdora Sirîn, Kobanê, Eyn Îsa, Qinê, Çelebiyê û kantona Firatê. Ji ber bombebarana dijwar ev herêm bi temamî bê ceyran man.