Cenazeyê 10 şervanên li Minbic, Qereqozak û Tişrînê şehîd bibûn hatin veşartin
Cenazeyê 10 şervanên di berxwedana Minbic, Qereqozak û Tişrînê de şehîd bibûn, li Kobanê bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyê 10 şervanên di berxwedana Minbic, Qereqozak û Tişrînê de şehîd bibûn, li Kobanê bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Cano Girê Spî (Nedîm Mihemed), Şoreş Kobanê (Yasîr Ebdî), Rûstem Kobanê (Mistefa Ehmed), Zeyneb Welat (Zeyneb Mihemed), Çiya Gilîdax (Beşar Yûsif), Amargî Mixarac (Mihemed Îbê), Şervan Toreman (Mihemed Seîd) li Tişrînê, Beşar Mihemed û Mihemed (Mihemed Bûrkan) li Minbicê û Mihemed (Mihemed Şêx Mihemed) li Qereqozakê yên di 8-9’ê Kanûnê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin veşartin.
Gelek welatî tevlî merasîmê bûn. Merasîm bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di merasîmê de ewilî rêveberê Kongra Star ya Qinê Sûad Şêx Demîr axivî. Sûad Şêx Demîr anî ziman ku ew bi saya şehîdan îro li virin û got: “Divê gelê me bizane ku çawan Kobanê hat rizgarkirin. Wê hemû qadên me bên rizgarkirin.”
Piştre Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim jî axivî û got: “Dixwazin me li vir tune bikin. Lê berovajî vê em ê timî li vir bin û hebûna xwe biparêzin. Gelê Kurd li ser vê axê xwedî hebûnek dîrokî ye. Tu kes nikare bi van planan me tune hesab bike. Bila her kes bizane ku em ne Kurdên berê ne.”
Piştî axaftinan belgeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.
Cenazeyê şehîdan bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin veşartin.