Bîlançoya 2024’an: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 162 sivîl hatin qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê sûcên ku di sala 2024'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlan hatine kirin eşkere kir û got, "162 sivîl hatin qetilkirin."

BÎLANÇOYA 2024

Rêxistina Mafên Mirovan a  Sûriyeyê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek bi raya giştî parve kir. Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12ˈê Adarê ya li bajarê Qamişloyê ji aliyê rêveberê rêxistinê Evîn Cuma ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de  bal hat kişandin ser kiryarên çewistandin, tirsandinê ya bi armanca ferzkirina serdestiyê ya bi hêza leşkerî hat kirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi berdewama koçberkirina bi darê zorê ya sivîlan û guhertina demgorafîk hat kirin û wekî nimune, koçberkirina xelkê kantona Efrîn-Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî  hate kirin. Hate diyarkirin ku bi hezaran kes bê cih in bê xwarin û li ber sermayê ne, bi hezaran koçber hatin girtin û îşkence li wan hate kirin, gelek jî di rêwîtiya dijwar a koçberiyê de jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de komkujî û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbic û Eyn Îsa û gundewarê wê hatin bi bîrxistin. Hate diyarkirin ku ji ber van êrişan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û hate gotin, ev jî hişyariyeke din a koçberiyê dide.

‘SÛCÊ ŞER TÛ KIRIN’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Di demekê de ku hilweşîna rejîma Sûriyeyê hat ragihandin, hîna kiryarên sorkirinê li dijî me têne kirin. Êrişên leşkerî yên dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên li dijî herêmê dewam dikin. Tevî hewldanan jî xetereya DAIŞˈê hîna heye. Eger hemû cûreyên dagirkeriya li ser xaka Sûriyeyê ji holê neyê rakirin wê siberoja mafên mirovan di xetereyê de bimîne."

Hate gotin, dagirkeriya li Sûriyeyê li gorî peymanên Cinêv û Peymana Roma a Dadgeha Cezayan a Navneteweyî sûcên şer e, zêdetirî vê yekê sûcên dermirovî têne kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bi boneya Roja Mafên Mirovan û Parastina Sivîlan û Siberoja ev bang kirin:

"Divê Konseya Ewlekariyê biryara sepandina agirbestê û rawestandina tevahî êrişên li ser Sûriyeyê bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide. Tevî kiryarên leşkerî yên dibin sedema koçberkirin û binpêkirinên li dijî sivîlan rawestîne û sivîlan biparêzin. Divê bi biryardarî li hemberî tevahî pêkanînên ku dibin sedema guhertina demgorafî û têkbirina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş xira raweste.

Rê bidin rêxistinên serbixwe û yên navneteweyî bila bên herêmên şer û bila binpêkirinan belge bikin, bi hevkariya Komîteya Lêkolînan a Serbixwe ya NYˈyê lêpirsîneke zelal der barê sûcên hatine çêbikin û hesabê ji sûcdaran bipirsên.

Divê saziyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bersiva rewşa awarte bidin, pêwîstiyên koçberan bi cih bînin û gihandina ewle ya alîkariyên mirovî ji bo tevahî mexdûran mîsoger bikin.

Dagirkeriya li tevahiya Sûriyeyê bi dawî bikin û garantiya ewle ya vegera wan bide.

Ji bo naskirina aqubeta tevahî windahî û girtiyan, ji bo serbestberdana girtiyan bi lez bikevin tevgerê.

Divê çareseriya siyasî ya giştî ya li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2254ˈan were pêkanîn. Divê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê bêyî cudahî beşdarî çareseriyê bibin. Divê çareserî bi sponseriya NYˈyê be.”

Binpêkirinên sala 2024 li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê:

“-Di êrîşên bi balafirên bê mirov ên bi çek 43 kes hatin qetilkirin û 69 jî birîndar bûn.

-Di êrişên bi obîsan de 38 kes hatin qetilkirin û 87 jî birîndar bûn.

-Di şeran de 28 kes hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

-Di teqînan de 53 kes hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.”