Cenazeya endama TEV-DEM'ê Êva Elî bi merasîmekê hat veşartin

Endama TEV-DEM’ê Êva Elî ku di 30’ê Adarê de li Qamişloyê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê hat veşartin.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên partiyên siyasî, malbatên şehîdan, endamên TEV-DEM û Kongra Star ê bi sedan welatî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ayda Îbrahîm axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîdan a ji bo pêkanîna jiyaneke azad. Ayda Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Casir Salih berxwedana şehîdan bi "Lehengane" bi nav kir û got: "Em bejna xwe li hemberî şehîdên ku ji bo welat canê xwe dane ditewînin. Bîranîna şehîdan dê di dilê me tevan de zindî bimînin."

Dayika şehîd Êva Elî, Leyla Hibo soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin. Cenazeyê şehîd Êva bi tilîliyên dayikan li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo şehîd Êva Elî konê sersaxiyê nêzî Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan vedaye.