Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehbayê hat pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kampa Serdem a Şehbayê hat pîrozkirin.

Li Kampa Serdem a Şehbayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê hat pîrozkirin. Şahî bi pêşengiya Kongra Star ve hat lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Bi sedan koçberên Efrîn, şêniyên Şehba, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî şehiyê bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtîna ji bo şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de Dayikên Aştiyê kevok firandin. 

Di şahiyê de endama Kongra Star Gulê Mihemed axivî û destnîşan kir ku meha Nîsanê destpêka vejîna jiyanê ye û di vê rojê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jidayikbû ku parastina hebûna Kurdan bike.

Gulê Mihemed bang li rêxistinên mafên mirovan ên li cîhanê kir ku destwerdanê bikin, da ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin.

Di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî ciwanek Efrînî soza tevlêbûna nava refên şoreşê da.

Piştre komên helbest û stranan hunera xwe pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.