4’ê Nîsanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pîrozkirin

Bi boneya nêzîkbûna rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakiyên çandî hatin lidarxistin.

Çalakiyên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî û çareseriya pirsgirêka kurd" hatin destpêkirin dewam dikin.

DÊRIK

Koordînasyona Kongreya Star a Dêrikê ji bo 4’ê Nîsanê civînek li dar xist. Endamên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sûad Mistefa axivî û got, "Rêber Abdullah Ocalan kesekî xwedî ramana azad e ku bi awayekî însanî nêzî gelên herêmê dibe û ji bo hemû civak di nava aştî û aramiyê de bi hev re bijîn."

TIRBESPIYÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo zarokên şehîdan li Akademiya Şehîd Yekta Herekol şahiyek li dar xist.

Di mîhrîcanê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Cîhan Mihemed axivî û got, "Divê em piştgiriyê bidin têkoşîna şehîdan. Divê em destkeftiyên wan biparêzin û nifşekî rewşenbîr û akademîk mezin bikin."

Piştre jî zarokan mûm pêxistin û Navenda Çand û Hunerê ya Hezîl Koma Şehîd Dilgeş çalakiya xwe li dar xist. Di dawiya çalakiyê de şîrîn û diyarî li zarokan hatin belavkirin.

GIRKÊ LEGÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ji bo zarokên şehîdan li salona Newrozê şahiyek li dar xist. Malbatên şehîdan, sivîl û endamên saziyên xizmetguzariyê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

MINBIC

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê jî şahiyek li dar xist. Zarok û malbatên şehîdan, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantonê, sazî û meclîsên sivîl ên kantonê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Jinê ya Zenûbiya, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê beşdarî şahiya ku li salona Parka Beraêm hate lidarxistin, bûn.

Endama Meclîsa Gel a Minbicê Huzeyfe Ebdo jî got, "Di vê rojê de em li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Îro kesayeta azad a ku neteweya demokratîk ava kiriye ji dayik bû."
Fermandara Meclisa Leşkerî ya Jinê ya Kantona Minbicê Amara Îbrahîm got, "Em îro rojbûna Rêberê xwe yê hezkirin û aştiyê pîroz dikin. Em şopdarên fikir û felsefeya wî ne, em ê fedekariya wî ti carî ji bîr nekin. Em ê berdêlên mezin bidin. şehîdên me di nava aramî û ewlehiyê de ne."
Piştî ku hunermend Can Mistefa derket ser dikê, diyarî li zarokên şehîdan hatin belavkirin.

REQA

Li kantona Reqayê Meclîsa Malbatên Şehîdan li salona Miswar şahiyek ji bo zarokên şehîdan li dar xist. Bi sedan malbatên şehîdan, zarok, endamên meclisa leşkerî, sivîl û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Fatme El Nasan jî got, "Em bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan li van xakan ewle ne. Şehîd minareya jiyanê, rêya me ya azadiyê  ronahî û serkeftinê nîşan dide.”

Her wiha dibistana Kewkeb El Tifûle û Koma Palmîra ya Navenda Hilala Zêrîn jî berhemên xwe pêşkêş kirin.

HELEB

Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Koordînasyona Kongra Star a Helebê ji bo 4’ê Nîsanê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê semîner li dar xistin.

Çalakiya li taxa Eşrefiye li ser xeta Şehîd Cengîz û Şehîd Rûken Zerdeşt hate lidarxistin. Endamên saziyên sivîl, partî û ciwan beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de endamê desteya rêveber a înîsiyatîfê Mihemed Hecî axivî. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser Abdullah Ocalan û zehmetiyên ku jiyaye hat pêşandan.

KOBANÊ

Li gundê Elpelûr ku yekemîn gundê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema derbasî Rojava bû, ji aliyê Hilala Zêrîn û Weqfa Jinê ve çalakiyeke hunerî hate lidarxistin.

Tevî Koma Şehîd Barîn a girêdayî Hîlala Zêrîn, Şair Zilan, Sazbend Ehlam û Arap berhemên xwe pêşkêş kirin.