Cenazeyên şehîdên Sotoro bi girseyî hatin veşartin

Cenazeyên 3 şehîdên Hêzên Sotoro yên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, ji aliyê gelên Dêrîk û Girkê Legê ve hatin veşartin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) Mizefer Mihemed Mihemed, Cemîl Hina Hina û Şerbel Neîm Selîba li Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Şehîd Rûbar merasîmek li dar xist. Endamên Sotoro duh li Dêrikê dema ku wesayîtên wan ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin, şehîd bûn.

Di merasîmê deşêniyên Dêrikê, endamên saziyên wê û şêniyên Girkê Legê beşdar bûn.

Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa axivî û got: "Divê biryara me xweparastin, parastina xakê û pêkanîna armancên şehîdan ên rizgarkirina welat, parastina projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên wan be."
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) Akad Hena axivî û got: "Em îro karwana şehîdan vedişêrin û bejna xwe li hember ruhên wan ên paqij ditewînin. Ew ji bo gel û parastina wê mînaka wefadariyê bûn."

Hena wiha domand: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê li ser soza xwe bin û li dijî terorê, êrîşkaran û dagirkeran bibin mertal."

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Dêrikê Mutîi Elî axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ji ber lawaziya xwe êrîş dike. Em li ser nexşeya cîhanê xwedî statû ne. Ji lew re divê em li hember êrîşan bi hêz bin. Ji ber wê dewleta Tirk êrişî me dike û ji projeya neteweya demokratîk metirsîdar e. Rêverberiya Xweser ji bo biratiya gelan û jiyana hevpar bûye nimûne."

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Şehîd Cemîl Hina Hina û Şerbel Neîm Selîba li Goristana Mar Yaqûb a Dêrikê hatin veşartin û şehîd Mizefer Mihemed li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.