Dewleta Tirk êrîşî Şêrawa kir: Leşkerekî Şamê mir
Dewleta Tirk a dagirker 2 gundên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir. Di êrîşê de leşkerekî Şamê mir.
Dewleta Tirk a dagirker 2 gundên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir. Di êrîşê de leşkerekî Şamê mir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gundên Aqîbê û Soxanekê yên navçeya Şêrawa bi 30 obus û hawanan hatin bombebarankirin.
Di encama êrîşê de leşkerek ji hêzên hikûmeta Şamê mir û leşkerek jî birîndar bû.